Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Yehya Mektebî, tekez kir ku rijêma Esed di operasyonên girtin û îşkencê de li curbecur deverên Sûriyê berdewam e, tevî derxistina wê bi xwe ji biryara tawanbarkirina kesê îşkencê bikar bîne re.
Û Mektebî bal kişand ser ku operasyonên girtin û îşkenckirinê riftarin sereke ne li bal rijêma Esed, û ew yek ji kiryarên wê yên bingehîn bû di vemrandina şoreşa gelê Sûriyê û bêdengkirina rikberan de.
Û malpera “Sewit Elasîme” ya xwecihî, diyar kir ku hêzên rijêma Esed roja yekşemê girtin ser bajarokê Cib’edîn yê bi ser devera Elqelemon ve li gundewarê Şamê, û heft kes ji xelkê bajarok girtin, xortek ji xwediyê pêdviyên taybet di nav wan de hebû, ku berê lingekî wî piştî birîndarbûnê hatibû jêkirin.
Û di dema helmetê de, asayîşên dewletê li derdora deverê belav bûn, û tevaya rêyên dighên wî bajarokî girtin, û asayîşê rewşa amadebaşiyê ragihand û li ser tevaya rêbendên li derdora bajarok belav bûn.
Û malperê bal kişand ser ku endamên bi ser şaxê Ewlehiya Leşkerî ve, dest bi helmeta girtina ser malan kirin, û hejmarek ji malên derdora Mizgefta Emar bin Yasir û mizgefta Hemze yên li tenişta bajarok armanc kirin.
Û malperê got ku wan hêzan operasyonên lêgerînê bi awayekî hûrbîn li malên armanckirî pêk anîn, piştî ku navên xwediyên wan malan li fîşê ewlehiyê xistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî