Berevaniya Sivîl a Sûrî, diyar kir ku milîsên PYD kenarê çemê Ferêt li bajarê Cerablus ê rojhilatî Helebê duh duşemê bombebaran kir, û di encamê de welatiyek hate kuştin, û pênc kesên dî birîndar bûn, di nav de sê xwebexişên Berevaniya Sivîl hebûn.
Ev buyer yek ji operasyonên bombebaranê yên berdewam e, yên ku milîsên terorist pê radibin û deverên sivîlan li herêma rizgarkirî armanc dikin.
Û endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Selîm Elxetîb, tekez kir ku milîsên PYD pêkanîna binpêkirinên curbecur dermafê sûriyan bi rêbazeke mîna rêbaza Esed û tawanên wê berdewam dikin.
Û Elxetîb ji civaka navdewletî daxwaza rakirina sîwana parastinê ji ser milîsên PYD yên ku xwe dikin ku nûnertiya gelê kurd dikin tevî ku ji hemiyan bêhtir binpêkirinan dijî wan pêk tînin kir, û piştgiriya wan rawestîne, û wan li ser binpêkirinên wan ên mezin dermafê gelê Sûriyê siza bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî