Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke awarte û berfireh îro sêşemê li ser daxwaza Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit bi amadebûna Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Wezîrê Navxwe Mihî Eldîn Hermoş li dar xist.
Û di civatê de endamên Deseteya Giştî û hejmarek ji kesayetên yasanas û amûrên ragihandinê û sendîka û komikên şoreşgerî amade bûn.
Û civatê giringî da axaftina Wezîrê Navxwe ya ku di civîna Desteya Giştî ya xola 61ê de pêşkêş kiribû, derbarê veguhestina agahiyan ji nava Hevbendiya Niştimanî û hebûna kesên ku girêdanên wan bi rijêma Esed re hene.
Û Hermoş diyar kir ku berî Desteya Giştî li dar bikeve, agahî di riya jêderin taybet re gihîştin wî, ku endamek ji Hevbendiyê û kesekî dî pêre, kar li ser gihandina agahiyên girêdayî Hevbendiyê bo rijêma Esed dikin, û ji wan jêderan xwest ku mijarê bişopînin û guhên xwe baş bidinê û nîşan û belgeyan bînin.
Û Hermoş tiştê ku di civata Desteya Giştî de çêbûye berçav kir, û bal kişand ser ku axaftina wî piştî ku ejmarek ji belge û dosiyeyên taybet bi Hevbendiyê û guhertina hin tiştên di rûniştin û civatan de bi navê Hevbendiyê derketine hat, û got ku di axaftina xwe de bal kişandibû ser agahiyên gihiştine wî bêyî ku tu kesî destnîşan bike.
Û Hermoş tekez kir ku Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit yekemîn kes bû yê ku xwestiye dest bi lêpirsînê bibe, û dosya were şopandin, daku delîlên ku durustiya van agahiyan tekez dikin werbigrin, û wî ev doseya veneşart û piştguh nekir.
Û Hermoş got ku wî dest bi vekolînê û komkirina agahiyan bi hevkariya li gel hejmarek ji efserên Wezatera Navxwe di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de kir, û bal kişand ser ku agahiyên ku gihiştine destê wan, ti delîlên piştrastkirî derbarê wan tuhmetan tune bûn, ew tê wateya ku agahî tenê mîna gotegotên di warê giştî de ne, û çênabe li gorî wan ti hukum bên birîn.
Û bal kişand ser ku ew axaftina wî di civata Desteya Giştî de bû, ya di heman dema pirosesa çaksaziyê û bidawîanîna endamtiya hejmarek ji endamên Hevbendiyê an jî guhartina wan de hat, û hin kesan dît ku ew derfeteke ku gotinên sexte bêjin bi armanca ku ziyanê bighînin saziya ku berê ew bi xwe têde bûn.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya Wezîrê Navxwe li ser durustbûna wî di xizmeta sûriyan û şoreşa Sûriyê de kir, û tekez kir ku hin alî hene kar dikin da ziyanê bigihînin saziyê, di riya afrandina nivîsên civatan re û biderxistina agahiyên ku bi tevaya xwe dikevin berjewendiya rijêma Esed ya tawanbar de.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li ser sextekirin û axaftinên derewîn yên di pey rûniştinê re hatine axivî, û tekez kir ku ew nerast in, û ji hêla aliyê ku dixwaze derewan biafirîne bi mebesta şêwandinê, da dengê pirosesa çaksaziyê yaku di Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî de biryar pê derketiye wenda bike, û çext kir ku yê sûdê ji vê mijarê dibîne rijêma Esed e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî