Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro salvegera du komkujiyên ji kirêtirîn komkujiyên rijêma Esed ên hovane dermafê bêgunehan berî yanzdeh salan e, ya yekemîn komkujiya bajarokê Elzîyabiyê li gundewarê Şamê ye, ya ku di 22ta 25 îlona sala 2012yan de pêk hatibû, û komkujiya duyem ya herdû taxên Elcûra û Elqisûr li bajarê Dêra Zorê bû, di 25 îlona 2012yan de.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku herdû komkujî ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê ne, têde rijêma Esed û milîsên mezhebî li bajarokê Elziyabiyê, 107 kes kuştin û bêhtirê wan temenmezinên di ser 60 salî re bûn, hin jê heftê salî bûn jî, bi kêran hatin serjêkirin, û nêzîkî 400 kesî di komkujiya herdû taxên Elcûra û Elqisûr de hatin kuştin, di nav de zarok, xityar û jin hebûn, û bi awayekî hovane û kirêt hatin kuştin, û yekser bi gule û kêran jiyana wan bidawî tanîn, li gorî raporên mafên mirovan yên cihê baweriyê.
Ev tawan ji aliyê çendîn rêxistinên mafên mirovan û yên navdewletî ve hatine belgekirin, û ewlehî, aramî û aştî li Sûriyê bêyî dadweriyê pêk nayên.
Ji civaka navdewletî tê xwestin di rêya Netewên Yekbûyî û rêxistin û saziyên girêdayî wê re, nehêle rijêma Esed ya tawankar ji dadpirsîn, cezayê û sizakirinê rizgar bibe, her wiha tekez dike ku ew tumetbariya zincîra tawanên cengê yên ku wê pêk anîne, dê bi demê re neyên lêbûrînkirin, û pêwîst e ku pêngavên kartêker li gorî pilaneke demnîşankirî bo dadpirsîn û sizadanê û pêkanîna dadweriyê bên standin, û biryarên navdewletî, nemaze biryara 2254, bi awayekî tam û vebir cîbicî bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
25 îlon 2023