Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di salvegera yanzdemîn ya komkujiya bajarokê Ziyabiyê û herdû komkujiyên taxên Elcûra û Elqisûr de, bal kişand ser ku ew herdû komkujî ji kirêtirîn komkujiyên rijêma Esed ên hovane dermafê bêgunehan berî yanzdeh salan e, û amaje bi wê yekê kir ku ya yekem komkujiya bajarokê Elzîyabiyê li gundewarê Şamê ye, ya ku di 22ta 25 îlona sala 2012yan de pêk hatibû, û komkujiya duyem ya herdû taxên Elcûra û Elqisûr li bajarê Dêra Zorê ye, di 25 îlona 2012yan de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, îro, got ku herdû komkujî ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê ne, têde rijêma Esed û milîsên mezhebî li bajarokê Elziyabiyê, 107 kes kuştin û bêhtirê wan temenmezinên di ser 60 salî re bûn, hin jê heftê salî bûn jî, bi kêran hatin serjêkirin, û nêzîkî 400 kesî di komkujiya herdû taxên Elcûra û Elqisûr de hatin kuştin, zarok, xityar û jin di nav wan de hebûn, û bi awayekî hovane û kirêt hatin kuştin, û yekser bi gule û kêran jiyana wan bidawî tanîn, li gorî raporên mafên mirovan yên cihê baweriyê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de, tekez kir ku ev tawan ji aliyê çendîn rêxistinên mafên mirovan û yên navdewletî ve hatine belgekirin, û ewlehî, aramî û aştî li Sûriyê bêyî dadweriyê pêk nayên.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de, cext kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku di rêya Netewên Yekbûyî û rêxistin û saziyên girêdayî wê re, nehêle rijêma Esed ya tawankar ji dadpirsîn, cezayê û sizakirinê rizgar bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku tuhmetbariya zincîra tawanên cengê yên ku rijêmê pêk anîne, dê bi demê re neyên lêbûrînkirin, û pêwîst e pêngavên kartêker li gorî pilaneke demnîşankirî bo dadpirsîn û sizadanê û bicîkirina dadweriyê bên standin, û biryarên navdewletî, nemaze biryara 2254, bi awayekî tam û vebir cîbicî bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî