Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rijêm di cîbicîkirina pilana xwe ya girêdayî şanoya hilbijartinan de berdewam e, hilbijartinên ku nirxê wan ê yasayî û siyasî yê rewa tune ye.
Civaka navdewletî berpisyariyê derbarê zêdegaviyên rijêmê û rijdiya wê li ser têkdana çareya siyasî hildigre, ji ber ku ew xwe neçar nabîne ku çi rêşûn û guhartinê di xiştekar û pilanên xwe de çêbike, di dema tunebûna fişarên tên xwestin û sernekeftina aliyê navdewletî di warê standina helwestên cidî de di rêya çareya siyasî re.
Pilanên ku rijêm û hevalbendên wê datînin ji bo şanoya hilbijartinan birêve bibin, ew pêkenokeke eşkere ye, di dema ku doseyeke rijêma Esed ya herî pîs di warê mafên mirovan de heye, û ew li ser asta cîhanê di dawiya lîsteya azadiyê de tê, û ti pirosesên demoqrasî yên pak ji destpêka hatina wê ya ser desthilatê bi riya kotekiya leşkerî re lidar nexistine, û Sûriyê ti hilbijartinên rasteqîn ji sala 1963yan de nedîtine.
Ji Civaka navdewletî tê xwestin ku hin rêşûnan bistîne, daku rijêmê ji bijardeyên rev û astengkirênê bêpar bike, û bihêle ku rijêm tevlî çareya siyasî ya rasteqîn bibe, li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê, di riya desteya hikumdariya veguhêz re, ya xwedan hemî desthilatên cîbicîkar.
Bijardeya hilbijatinan ya take-çareya ku tê pejrandin e li sûriyê, dê tawanbarê cengê Beşar Esed ne aliyek jê be, û divê pirosesa hilbijartinê li ger biryara 2254 lidar bikeve, û qonaxeke guncaw û ewle jêre were dabînkirin, û rewşa yasayî û pirosesa rêşûnên hilbijartinên piralî xweş bikin, û hilbijartinên pak bi serpereştiya navdewletî ya bêalî misoger bibin, û tevaya sûriyên li derve û yên li hundir têde beşdar bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 nîsan 2021