Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî redkirina xwe ji seredana Serokê Şanda Yekîtiya Ewropî bo deverên di bin kontirola rêjîma Esed de tîne ziman, ew serdana hevdem e bi nêzîkbûna nehemîn salvegera komkujiya kîmawî ya dijî sivîlan pêkaniye, yaku ji aliyê Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ve hatiye şermezarkirin.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya berdewamiya dûrkirina navdewletî ji rêjîma Esed re yaku di ber kuştina bisedhezarên sivîlan û koçberkirina bi milyonan de berpisyar e dike, û hişyariyê dide ku her nêzîkbûna ber bi vê rejîma tawankar ve û pejrandina wê berevajî çareseriya siyasî ye û wê bêencam dike, û trajediya gelê Sûriyê, yê ku vê rejîmê bi temamî red dike, kûr dike.
Şoreşa Sûriyê ya gewre ya ji destpêka wê di sala 2011an de, dozeke rewa ya gelê sûriyê yê dijî stemkariyê serî hildaye û daxwaza azadiyê kiriye ye, û piştgiriya Sûriyan berpirsiyariyeke sincî ya navdewletî ye, kes nikare xwe ji ber bide alî, her weha ew berpirsyaiyeke yasayî ye, li gor biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254, yaku gelê Sûriyê hêvî dike ku di rêya veguheztina siyasî ya li gorî vê biryarê re be, û gel beşdariyê di avakirina Sûriyeyeke nû de bike, yaku têde nirxên azadî, dadmendî û rûmetê serwer bin, dûrî rejîma Esed ya tawankar.
Her biryareke navdewletî ya temenê rêjîma Esed dirêj bike, bêguman dê bibe sedema kûrbûna bobelatê û zêdekirina hejmara kuştî, derbider û girtiyan, ji ber ku Siyaseta rejîmê heman siyaset e û nayê guhertin, û rêbaza kuştin û terorê di xwîna wê de ye, û tucarî bi derbasbûna demê re jê nayê cudakirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
10 tebax 2022