Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro şeşemîn salvegera pêkanîna rijêma Esed ji yek ji komkujiyên herî hovane re ye, bi riya bikaranîna gaza sarîn li dijî sivîlan li bajarokê Xan Şêxon li gundewarê Idlibê, di 4ê Nîsana 2017an de, û ew komkujî bû sedema kuştina 91 sivîlên ku 32 zarok û 23 jin di nav wan de hebûn, û birîndarûna 540 kesî bi xeniqandinê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku komkujiyên ku dijî vî gelî têne pêkanîn ji ber nebûna rêgirtin û sizadanê ye, di dema bêkarînî û bêdengiya navdewletî ya cihê gumanê de, piştî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî çesipand ku rijêm di ber 3 êrîşên kîmawî de li Sûriyê di salên şoreşê de berpisyar e, her weha rijêma Esed 181 caran çekên kîmawî li dijî gelê Sûriyê bikar anîn, piştî ku peymana qedexekirina bikaranîn û çêkirina çekên kîmawî di Îlona 2013an de pesend kir, lewra divê li ser van tawanan bête sizakirin, û beşa heftemîn were sepandin, û ev dosya ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî re bête veguhastin, û xebat li gorî biryara navdewletî ya 2118 bibe.
Bi hezaran tawanên ku rijêma Esed di 12 salên bûrî de pêk anîne, diçespîne ku ew rijêmeke qirkirinê ye, û guh nade giyanê Sûriyan û kar ji bo kuştin û koçberkirina wan dike, da ku di desthilata Sûriyê de bimîne, Sûriya ku bajarên wê wêran kiririne, û bi hevalbendên xwe re welat derbasî tirajîdiyê û qeyranên aloz kirine, yên ku tenê dê di riya ruxandin û dadgehkirina wê re çareser bibin.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide ku bîranîna van komkujiyan hevdem e li gel berdewamiya rijêma Esed li ser rêbaza tawankarî yaku pê bi sûriyan re danûstandinê dike, û paşguhkirina van komkujiyan û çûna ber bi normalkirina têkliyan bi vê rijêma tawankar re, weke tevdanê ji bi milyonan Sûriyên ku hîna jî qurbaniyan pêşkêş dikin re ye.
Hevbendiya Niştimanî civaka navdewletî di ber mana rijêma Esed li Sûriyê de berpirsyar dibîne, ji ber ku ew bi derengî û berepêkan rûbirûyê bobelat û komkujiyên ku rijêma Esed pêkanîne dibe, û ev rêbaza navdewletî ya cihê matmayînê, rijêmê han dide ku tawanên zêdetir bi cureyên ciyawaz ên çekan li dijî Sûriyan pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
4 nîsan 2023