Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, duh duşemê, serdana Encûmena Xwecihî ya bajarê Efrînê li gundewarê bakurê Helebê kir, û di wê serdanê de bi Serokê Encûmenê û Cîgirên wî û hejmarek ji endamên Encûmen re civiya.
Û di vê serdanê de Hevrêzkarê Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon û endamên Hevbendiya Niştimanî Atif Zirêq û Mihemed Elxelef hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û amadebûyan giringtirîn karên ku Encûmena Xwecihî li bajêr pê radibe gotûbêj kirin, û Serokê Encûmena Xwecihî li ser pirojeyên li bajarê Efrînê û gundên wê cîbicî bûne axivî.
Û Serokê Encûmena Xwecihî li ser rewşa navendên hewandinê yên li bajarê Efrînê û gundên ser bi wê ve ava bûne piştî bobelata erdheja wêranker ya ku di 6 heyva sibatê de li deverê daye axivî, û li ser xizmetguzariyên bingehîn yên ji bo nişteciyên di wan navendan de bi hevrêziya li gel saziyên hawarçûnê hatine pêşkêşkirin, şiroveyek pêşkêş kir.
Û derbarê Tawana kirêt ya ku li Cindirêsê çêbûye, rêvebirê ofîsa yasayî di Encûmen de li ser şopandina dadgehkirina tawankaran axivî, û karên ku Encûmen piştî bûyerê pê rabûye berçav kir.
Ji hêla xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî sersaxî ji xwediyên qurbaniyan û birayên kurd re pêşkêş kir, û cextî li ser pêwîstiya ku tawankar tundtirîn sizayê bibînin kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya Encûmena Xwecihî li bajarê Efrînê li ser bizavên di warê pêşkêşkirina alîkariyan û piştgiriya xelkê bajêr û gundên ser bi wê ve nemaze pştî erdheja ku li deverê daye kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî