Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Şiroveya Nûnerê Navdewletî Gere Pederson ya vê dawiyê li pêşiya Encûmena Ewlekariyê ne pir hûbîn û durust bû, nemaze derbarê bikaranîna gotina “Dadweriya Lihevhatinê” yaku ji gotina “Dadweriya Veguhêz” hatiye guhartin, û bi ser de sedemên astengiyên berdewam nîşan nekirin, wek çawa ku ew salxnedan mercek ji yê bêalîbûnê be, di dema ku karê nûnerê navdewletî ew e ku gavên pirosesa siyasî li gor biryarên navdewletî hêsan bike, ne ku wê prosesê ji kar bixîne û şaşiyên guhnehkaran binixwimîne wek çawa bi rijêma Esed re dike.
Biryara navdewletî 2254, çar rêçên wê yên sereke hene, ew jî: serbestberdana girtiyan, hikumdariya veguhêz, destûr, hilbijartin in, salek û sê heyv in ji dema avakirina Komîteya Destûrî de û Nûnerê Navdewletî nikarîye rêçên dîtir yên biryara 2254 çalak bikirana, û niha jî bi gotina Dadweriya Lihevhatinê li pêşbirî me ye, li gel kujerê melyonek pakrewan li sûriyan, ew jî tê wateya ku cezayê jikarêxistina rijêmê ji naveroka biryara navdewletî ku tawanên wê werin paşguhkirin.
Dadweriya tê xwestin li sûriyê niha dadweriya veguhêz e, daku bi milyonan sûrî mafên xwe bistînin, li gorî peyman û rewiştên navdewletî û li gor ku di biryarên Encûmena Ewlekariyê de hatiye, û têde her kesê ku tewan dermafê gelê sûrî kirine divê werin sizakirin, û her kesê ji ber vê rijêma kujer û siponserên wê ziyan dîne werin qerbokirin.
Pederson têbînyên giring girêdayî pêwîstiya çakkirina mîkanîzmên kar di komîteyê de û bikaranîna rêbazên eşkere bo misogerkirina pêşketina berdewam ta bighêje pêkanêna encamin rasteqîn pêşkêş kirin, ew jî tiştekî rast e, lê divê eşkere berê xwe bide rijêmê, û tekez bike ku yê rêgir û karê komîteyê û mîkanîzmên wê bi paş dixe rijêm e.
Nûnerê Navdewletî li ser rewşa mirovahî ya dijwar li Sûriyê û kêşeya aborî û doseya koçber û derbideran axivî, û çirûskin girîng li ser doseya girtiyan pêşkêş kirin, doseya ku ti rêşûnên cidî ji bo wê ta vê kêliyê nehatine sitandin, û aliyê berpisyar di ber van kêşe û tewanan de re destnîşan nekir, û diyar nekir ku astengkirina doseya serbestberdana girtiyan weke delîlekî ye ku cidîtî li bal rijêmê nîne, û riya berve çareya vê nakokoyê here tune ye, û ku ew doseya girtiyan li cem xwe digre weku ku ew li bal wê rehîne bin, û dikare wan birevîne û îşkence bike û derdeseriyên wan û xelk û dostên wan dirêj bike, daku Sûriyan bitirsîne û wan weke karta fişarê bikar bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi carekê razî nabe ku Nûnerê Navdewletî derkeve derveyî biryarên navdewletî yên ku çarçoveyeke demî bo pirosesa siyasî nîşan dike, û nerîna xwe derbarê vê pirosesê ji xêzê derdixe bo bercewendiya tewanbaran di riya gotina “Dadweriya Lihevhatinê” re, û hevbendiyê xwest ku rewşa dijwar yaku gelê Sûrî têre derbas dibe û derdeseriya aloziyên her diçin mezin dibin bi sedema berdewamiya mana vê rêjêma kujer li ser desthilatê berçav bike, divê fişareke rasteqîn ji aliyê dewletên çalak di civaka navdewletî de li ser siponserên vê rijêmê û yên wê bikartînin çêbibe, daku bihêlin biryarên navdewletî cîbicî bike, û pirosesa siyasî pêşde bide, berve serbestberdana girtiyan û desteya hikumdariya veguhêz û bidawîkirina reşbeleka destûrî, daku bingeha veguhêza ber bi demoqrasiyê de li Sûriyê deyne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 kanûna pêşîn 2020