Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi carekê razî nabe ku Nûnerê Navdewletî derkeve derveyî biryarên navdewletî yên ku çarçoveyeke demî bo pirosesa siyasî nîşan dike, û nerîna xwe derbarê vê pirosesê ji xêzên destnîşankirî derdixe bo bercewendiya tewanbaran di riya gotina “Dadweriya Lihevhatinê” re.
Û Hevbendiya Niştimanî duh di daxwiyaniyeke xwe de got ku Şiroveya Nûnerê Navdewletî Gere Pederson ya vê dawiyê li pêşiya Encûmena Ewlekariyê ne pir hûrbîn û durust bû, nemaze derbarê bikaranîna gotina “Dadweriya Lihevhatinê” yaku ji gotina “Dadweriya Veguhêz” hatiye guhartin.
û daxwiyaniya Hevbendiyê got ku Pederson sedemên astengiyên berdewam nîşan nekirin, di dema ku karê nûnerê navdewletî ew e ku gavên pirosesa siyasî li gor biryarên navdewletî hêsan bike, ne ku wê prosesê ji kar bixîne û şaşiyên guhnehkaran binixwimîne wek çawa bi rijêma Esed re dike.
Û daxwyaniyê anî ziman ku biryara navdewletî 2254, çar rêçên wê yên sereke hene, ew jî: serbestberdana girtiyan, hikumdariya veguhêz, destûr, hilbijartin in, salek û sê heyv in ji dema avakirina Komîteya Destûrî de û Nûnerê Navdewletî nikarîye rêçên dîtir yên biryara 2254 çalak bike, û niha jî bi gotina Dadweriya Lihevhatinê li pêşbirî me ye, li gel kujerê melyonek pakrewan ji sûriyan, ev yek tê wê wateyê ku ew çavên xwe ji tewanaên rijêmê digirin li şûna ku wê ceza bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku dadweriya tê xwestin li sûriyê niha dadweriya veguhêz e, daku bi milyonan sûrî mafên xwe bistînin, li gorî peyman û rewiştên navdewletî û li gor ku di biryarên Encûmena Ewlekariyê de hatiye, û têde her kesê ku tewan dermafê gelê sûriyê kirine divê werin sizakirin, û her kesê bi destê vê rijêma kujer û siponserên wê ziyan dîne werin qerbokirin.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku Pederson têbînyên giring girêdayî pêwîstiya çakkirina mîkanîzmên kar di komîteyê de û bikaranîna rêbazên eşkere bo misogerkirina pêşketina berdewam ta bighêje pêkanêna encamin rasteqîn pêşkêş kirin, ew jî tiştekî rast e, lê divê eşkere berê xwe bide rijêmê, û tekez bike ku yê rêgir û karê komîteyê û mîkanîzmên wê bi paş dixe rijêm e.
Û daxwiyaniyê got ku Nûnerê Navdewletî li ser rewşa mirovahî ya dijwar li Sûriyê û kêşeya aborî û doseya koçber û derbideran axivî, û çirûskin girîng li ser doseya girtiyan pêşkêş kirin, doseya ku ti rêşûnên cidî ji bo wê ta vê kêliyê nehatine sitandin, û aliyê berpisyar di ber van kêşe û tewanan de destnîşan nekir.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku nûnerê navdewletî diyar nekir ku astengkirina doseya serbestberdana girtiyan weke nîşanekê ye ku cidîtî li bal rijêmê nîne, û riya berve çareya vê nakokoyê here tune ye, û ku ew doseya girtiyan li cem xwe digre weku ku ew li bal wê giraw bin, û dikare wan birevîne û îşkence bike û derdeseriyên wan û xelk û dostên wan dirêj bike, daku Sûriyan bitirsîne û wan weke karta fişarê bikar bîne.
Û Hevbendiya Niştimanî xwest ku rewşa dijwar yaku gelê Sûrî têre derbas dibe û derdeseriya aloziyên her diçin mezin dibin bi sedema berdewamiya mana vê rêjêma kujer li ser desthilatê berçav bike, û divê fişareke rasteqîn ji aliyê dewletên çalak di civaka navdewletî de li ser siponserên vê rijêmê û yên wê bikartînin çêbibe, daku bihêlin biryarên navdewletî cîbicî bike, û pirosesa siyasî pêşde bide, berve serbestberdana girtiyan û desteya hikumdariya veguhêz û bidawîkirina reşbeleka destûrî, daku bingeha veguhestina ber bi demoqrasiyê de li Sûriyê deyne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî