Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan Bin Ebdellah Al Siûd kir, têde şermezariya xwe a tund derbarê tevaya operasyonên terroristî yên ku Erebistana Siûdî rastiyê tê diyar kir.
Û Elherîrî tekezî li ser hevkariya Hevbendiya Niştimanî û gelê Sûrî li gel Erebistana Siûdî di cenga wê ya dijî terorê kir, û cextî li ser şermezarkirina tevaya hewildanên têkbirina seqamgîriyê û her karê ku avahiyên Erebistana Siûdî yên aborî û jîndarî armanc bike an nêzî ewlehî û aramiya wê bibe kir.
Û Elherîrî bal kişand ser ku gelê Sûrî derdeseriya taliya terora rijêma Esed û teroristiya girûpên tundrew kişandiye, lewra ew ji bilî xwe bêtir sedemên bingehîn ên ku li paş van kiryarên teroristî yên tirsonek radiwestin dizane.
Û Elherîrî hêvî û lav kirin ku xwedê Erebistana Siûdî biparêze, û ewlehî û aramiyê lê û li ser gelê wê yê bira û herdû umetên îslamî û erebî bidomîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî