Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî rûniştineke diyalogî vekirî li gel Encûmenê Sûrî bo Guhartinê li dar xist, û têde li ser rewşa meydanî û pêşhatên pirosesa siyasî û pêşroja wê û encamên karên Komîteya Destûrî ya Sûrî û destpêşxeriyên çareya siyasî axivîn.
Û ev rûniştin di çarçoveya zincîrek ji hevdîtinên ku Hevbendiya Niştimanî li gel çalakî û saziyên şoreşgerî pê radibe tê, bi armanca hevnasîn û çalakiyên derbarê bûyerên meydanî û bûyerên pirosesa siyasî ye, daku dîmenê di warê navdewletî û herêmî û pirosesa danûstandinê di çarçoveya çareya siyasî li Sûriyê zelal bikin.
Û di rûniştinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgirê Serok Uqab Yehya û Endamên Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Ebdellah Gedo, û Hevrêzkarê Komîteya Başûr Mihemed Qedah amade bûn, û ji aliyê Encûmena Sûrî bo Guhartinê Serokê Encûman Şêwirdar Hesen Elherîrî û Cîgirê Serok Suhêl Qedah û Emîndarê Giştî Hesen Eleswed û Serokên Komîte û Endamên Desteya Giştî yên hejmara wan nêzî 34 endaman bû amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek berfireh li ser rweşên meydanî û pirosesa siyasî pêşkêş kir, û dîmenê giştî yê pêşeroja Sûriyê diyar kir, û tekez kir ku di dema paşxistina berdewam ya rijêma Esed de, ti vîna navdewletî bo çareya siyasî an pêşxeriyên çareya siyasî yên nêz tune ye.
Û deriyê gengeşiyê hate vekirin, û amadebûyan hejmarek ji pirsên ku kolana sûrî jî wan dike derbarê her tiştên li meydanê pirs kirin, nemaze derbarê Hevbendiya Niştimanî û şaştiyên di karê rêxistinî de çêdibin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û endamên Hevbendiyê bersiva tevaya pirsan dan, û Serokê Hevbendiyê texmînên gengaz bo sepandina fişarê di warê çareya siyasî ya sûrî de li gor hêviyên sûriyan gengeşe kirin.
Û Elherîrî tekez kir ku helwestên Hevbendiya Niştimanî derbarê tevaya pirosesa siyasî nayên guhartin, û bi hêviyên sûriyan di pêkanîna veguhestina siyasî li gor daxwiyaniya cinêvê û biryara 2254 pêgir e.
Û tekezî li ser pêwîstiya danîna rêşûnên xurtkirina têkliyan di navbera saziyên şoreşa Sûrî û cemawerê wê de kir, û bal kişand ser rola mezin a hêzên gelêrî di çavdêriya li ser karê saziyên fermî û serrastkirina her şaştiyên çêdibin.
Û li ser gavên ku divê werin avêtin bo çakkirina bingeha saziyên Hevbendiya Niştimanî û pergal û laşên dîtir ên rikberiyê daku armancên şoreşê pêk bîne, cextî li ser girîngiya zelaliyê di kar de û pêwendiya di riya platformên raghandinê yê vekirî re kir.
Û li hember wê Serokê Encûmena Sûrî bo Guhartinê şêwirdar Hesen Elherîrî pêşwaziya hevdîtina li gel rayedarên Hevbendiya Niştimanî kir, û yekrêziya rêya şoreşî û siyasî anî ziman, û Emîndarê Giştî yê Encûmen nerîna Encûmenê Sûrî bo Guhartinê derbarê asoyên kar li ser asta sûrî pêşkêş kir, û hizra rêxistinek wek bingehehekê bo birêketina berve komkirina xebatên sûriyan daku pirosesa birêketina siyasî pêk were, daku valahîya mezin di vî warî de tijî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî