Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Derve yê Dewleta Qeterê Elşêx Mihemed Bin Ebdilrihman Bin Casim Al Sanî kir, û têde diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî bo rabûna bi karê Balyozxaneya Komara Erebî ya Sûrî li Dewleta Qeterê ya bira D. Bilal Tirkiyê destnîşan kir, ta dema ku balyozê nû bo Qeterê binav dike.
Û Elherîrî tekez kir ku xurtkirina têkliyên di navbera Hevbendiya Niştimanî û Dewleta Qeterê de di rêza herî pêşîn de ye, ew jî ji ber giringiya hevkariyê ji bo rûbirûbûna hemû astengiyên hevbeş, her weha xurtkirina girêdanên biratî di navbera herdû gelên bira de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî