Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane îro duşemê bi serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî li dar xist, û dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û amadebûyan rewşa li deverên rizgarkirî û mîkanîzmên karê saziyên Hevbendiya Niştimanî li wê deverê û şopandina wê ji bûyer û pirsgirêkên derbider û koçberan re di kampan de nemaze kampên bêserûber gengeşe kirin, û tekezî li ser giringiya pêwendiyên li gel saziyên navdewletî û dewletên dost daku alîkariyên hawarçûnê û bizîşkî bi awayekî rolane û rêkûpêk dabîn bibin kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî hevdîtinên xwe yên dawîn li gel cîgirê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Qonsolonsê Almanî yê giştî li Tirkiyê berçav kirin, û bal kişand ser ku xalin girîng û erênî di wan hevdîtinên dikevin bercewendiya pirosesa siyasî û gihîştina çareya siyasî li welêt li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 hebûn.
Û Elherîrî behsa civata li gel nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Desteya Danûstandinê ya Sûrî û Komîteya Destûrî ya Sûrî kir, û têde tekezî li ser pirensîpên Hevbendiya Niştimanî û pêgiriya bi cîbicîkirina tam ji biryara 2254 re kir, her weha li ser zêdekirina pêwendiyên ji bo pêşxistina pirosesa destûrî û karê li ser vekirina sepetên dîtir di heman dema karê Komîteya Destûrî de.
Û Elherîrî li ser hevrêziya li gel saziyên Sûrî yên li Emerîka dixebitin ji bo lidarxistina hevdîtinên nêzîk li gel tîma Rêvebiriya Emrîkî ya nû û veguhastina nerîna Hevbendiya Niştimanî bo çareya siyasî li Sûriyê axivî, her weha pêşkêşkirina hejmarek ji pêşniyaran derbarê çareserkirina rewşa doseya Sûrî û gihîştina çareya siyasî daku hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî