Girûpa kar ji bo Filestîniyên li Sûriyê, anî ziman ku girtina 98 penaberên Filestînî ji xelkê kampa Elnêreb ya penaberên filestînê li Helebê di dema dikeve navbera adara 2011 û ta nîvê kanûna pêşî ya 2020an de belge kiriye.
Û Girêpa Kar di rapora xwe yaku duh duşemê derketiye de, bal kişand ser ku hejmarek ji xelkên kampa Elnêreb di zîndanên rijêma Esed de ji ber îşkencê canê xwe ji dest dan.
Û berê jî Girûpa Kar karîbû agahiyên 620 penaberên filestînê yên di girtîgehên rijêmê de û ji ber îşkencê hetine kuştin belge bike, û bal kişand ser ku 1797 girtiyên filestînî di zindanên rijêmê de hene û Girûpa Kar hemî agahiyên bi wan ve girêdayî tomar kirine.
Û Girûpa kar ji bo Filestîniyên li Sûriyê, berî bi demekê dîdevaniya girtiyên filestînê yên di zîndanên rijêma Esed de rastî tevaya cûreyên îşkence û zordariya laşî û derûnî û destdirêjiya zayendî hatine belge kirine.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî