Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî, kongirê xwe yê salane û duyemîn li devera Ezazê, duh duşemê, bi amadebûna endamên encûmen û hejmarek ji kesayetên siyasî û civakî û şoreşgerî li dar xist.
Û Emîndarê Giştî yê Encûmena Êl û Eşîran, Salim Elmislit, gotara vekirina kongir pêşkêş kir, têde tekezî li ser daxwazên gelê Sûrî di pêkanîna azadî û rûmetê û veguhêza siyasî de kir, her weha pabendiya bi pirensîpên şoreşa sûrî û pêwîstiya yekrêziyê di xebatan de, daku bighînin Sûriya azad a bê teror û sitemkarî.
Û tekezî li ser yekîtiya xaka Sûrî û redkiriona hemû awayên terorê yên ku milîsên terrorist û ejendeyên cudaxwaz hildigrin kir, wek rêxistina PKK û şaxê wê milîsên PYD û milîsên Îranî yên terrorîst yên ku kîn û terorê hildigrin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî