Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbnendiya Niştiman ya Sûrî pêşwaziya şiroveya ku Nûnerê Navnetewî yê taybet bo Sûriyê Gere Pedersen pêşkêş kiriye kir, û cextî li ser giringiya hemû xalên têde hatine kir, û tekezî li ser pêwîstiya karê avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya berfireh û rastyeqîn bo cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 kir.
Û careke din Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide xalên di şiroveya nûnerê navdewletî de hatine, û di pêşî de amajedana bi gurkirina vê dawîyê ya di riya bombebarana asîmanî yaku leşkergeheke girêdayî yek ji pêkhatên Desteya Danûstandinê û Komîteya Destûrî armanc kirîye, û tekezî li ser metirsiya vê gurkirinê û pêwîstiya destêwerdanê daku nehêlin dijminkarî dubare bibe kir.
Şiroveya Pedersen li ser du doseyên girîn rawestiya, ew jî doseya penaberan û doseya girtiyan bûn, têde tekezî li ser pêwîstiya xebateke cidî û hevkariyeke baş di navbera aliyên çalak de kir, daku rewşa ewle dabîn bibe û rê li pêşiya vegera penaberan ya ji ber xwe ve xweş bibe, her weha bal kişand ser girîngiya doseya girtî û revandiyan û windayan û pêwîstiya kar bi awayekî cidî bo çareserkirina vê doseyê bi awayekî tekûz.
Û Nûnerê navdewletî bal kişand ser operasyonên revandin û kuştinên li pey hev li deverên di bin kontirola rijêmê de, û lewaziya rêkeftinên ku di bin darê zorê de hatine sepandin, her weha nekarîna rijêmê ku aramiyê pêk bîne bêyî gihiştina çareya siyasî ya tam, ew mijarên ku Nûnerê Navdewletî bal kişandiye ser di riya dûbare tekeziya li ser pirensîpên çareya siyasî û biryara 2254 û pêwîstiya rêxistinkirina hilbijartinên azad û serbixwe û paqij di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî de û li gorî pîvanên navdewletî bi beşdariya tevaya sûriyan.
Şiroveya Pedersen hevsengî û piratîkî hat, û têde behsa jikarêxistina berdewam yaku rijêm dijî xebatên Komîteya Destûrî bikar tîne, û piştgirêdana şandê rijêmê bi siyaseta rawestandina kar, daku demê winda bike.
Hevbendiya Niştimanî dît ku bêhtirê hevpeyvîn û şiroveyên nûnerên dewletan li ser şiroveya Pedersen erênî bûn, û cihê rûsiya di karê jihevêxistina sîstema navdewletî de eşkere kir, û ew dihêle ku Hevbendiya Niştimanî careke din li tevaya xalên di şiroveya Nûnerê Navdewletî de hatine binhêre, û tekeziyê li ser pêwîstiya avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya berfireh û cihê baweriyê dike,bo piştgiriya pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî karûbarê Sûriyê û di serî de biryara 2254 yaku çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê têde hatiye, daku bighîne desthilata veguhêz û armanc û hêviyên gelê Sûrî misoger bike, û rê ji bo vegera bi rûmet li pêşiya penaberên Sûrî xweş bike, û alîkariyê di avakirin û geşpêdana welêt de bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
29 çirya pêşî 2020