Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hevdîtineke şêwirdarî ya nû li gel hêz û partî û şepêlên siyasî yên Sûrî bi serpereştiya Komîteya Diyaloga Niştimanî ya Hevbendiyê lidar xist, û têde ji dûr û nêzîk ve bi dehan ji kesayet û çalakvanên siyasî yên Sûrî beşdar bûn.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgirên Serok Uqab Yehya û Ruba Heboş û Endamê Desteya Giştî Ehmed Remedan amade bûn, û hevdîtin bi rêvebiriya Endamê Desteya Siyasî Ebdellah Gedo birêve çû.
Û amadebûyan ketwarê siyasî û dawîtirîn pêşketinên meydanî û pêşveçûnên pirosesa siyasî û astengiyên rûbirûyî şoreşa Sûriyê dibin gengeşe kirin.
Û amadebûyn nerîna siyasî ya niştimanî û gotara niştimanî û encamên xebatên Girûpa Karê Destûrî ya Hevbendiya Niştimanî ava kiriye daku nerîneke destûrî ji Sûriya pêşeroj re deynin behes kirn, û têde girîngî dan naverokên destûrî nemaze peymana maf û azadiyan.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di axaftina xwe de tekezî li ser girîngiya van hevdîtinan û pêwendiya berdewam li gel tevaya hêzên siyasî yên Sûrî kir, daku pêvajo serast bibe, û kar di hundir nerînek hevbeş bo piştgiriya şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûrî di pêkanîna azadî û rûmetê de bibe.
Û Elherîrî li ser karê Hevbendiya Niştimanî û hevdîtinên di dema bûrî de lidar xistine rawestiya, û li ser pêşhatên pirosesa siyasî nemaze paşxistina karên Komîteya Destûrî û şiroveya ku Nûnerê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê Gere Pedersen li pêşiya Encûmena Ewlekariyê di vê derbarê de pêşkêş kiriye axivî.
Û Elherîrî daxwaz ji tevaya hêz û şepêlên siyasî kir ku kaxezên ku Hevbendiya Niştimanî derbarê gotara niştimanî û naverokên destûrî derxistine berçav bigirin.
Û amadebûyan pêşwaziya gotara ku Hevbendiya Niştimanî derxistiye kirin, û tekezî li ser pejrandina wê kirin, û hejmarek ji pêşniyar û nerînan pêşkêş kirin, û soz dan ku ew dê nerînên xwe derbarê serastkirinê bi rengekî nivîskî pêşkêş bikin, daku bi awayekî hûrgilî li ser wan bê rawestan û yên herî guncaw di nav wan de hilbijêrin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî