Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Komara Tirkiyê Receb Teyb Erdogan û Wezîrê Derve Mevlüt Çavuşolu bi boneya Roja Komarê dike.
Û bi navê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Elherîrî pîrozbahî xwe ji gelê Tirkîyê re bi boneya Roja Komarê pêşkêş kirin.
Û careke din tekezî li ser rêzgirtina mezin ji Tirkiyê re li ser pêşwaziya wê bi comerdî ji bêhtirê hejmara penaberên Sûrî li seranserî cîhanê re kir, her weha li ser pêşkêşkirina wê ji alîkariyan re di warê mirovahî de bo kesên ziyan li deverên rizgarkirî dîtine, her weha piştgiriya siyasî ya mezin bo şoreşê di civatên navdewletî de.
Û Elherîrî hêvîya ku herdû gelên Sûrî û Tirkî di aştî û geşpêdanê de bijîn, û derdeseriya gelê Sûrî bi piştgirî û hevkariya bi comerdî ji aliyê Komara Tirkiyê ve bidawî bibe anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî