Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî nameyek arasteyî Serok Komara Cezayir ya Demqratî ya Gelêrî, Ebdulmejîd Tibon kir, têde hêviya saxlemiya zû û berdewamiya tenduristiyê jêre xwest.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî miqateye ku baştirîn têkliyên biratî li gel Komara Cezayir a Demoqratî ya Gelêrî hebin, û xwest ku ev têklî xurtir bibin, daku di xizmeta herdû gelên bira de be.
Û Elherîrî rêzgirtina xwe ji karê ku Cezayir pê radibe di piştgiriya Sûriyan li ser tevaya astên mirovahî û siyasî li hember tiştê rastî Sûriyan tên ji tewanên rijîma Esed û piştgir û milîsên Îranî yên mezhebî anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî