Endamê Hevbendiya Niştimanî û Endamê Ofîsa Penaberan, Zekeriya Melahifcî, gereke şopandinê li ser kampên derbider û koçberan ya nêzî bajarê Elbab yê gundewarê bakurê Helebê pêkanî, û bi nişteciyên kampan re civiya, û li hal û rewş û debara jiyan û tenduristiya wan pirsî.
Û Melahifcî serdana pirojeyên niştecîkirinê û penagehên ku li deverê ji aliyê saziyên Sûrî ve çêdibin kir, daku nişteciyên kampan veguhêzinê, û pesnê karê wan da ji ber ku dê alîkar be di çareserkirina gelek pirsgirêkan û dê derdeseriyên derbider û koçberan sivik bike.
Û Melahifcî li pêdviyên nişteciyên kampên serdana wan kiriye û astengî û dijwariyên rastî wan tên guhdarî kir, û soz da ku dê wan giliyan veguhêze Hikûmeta Sûrî ya Demkî û saziyên navdewletî û cihên bexişkar.
Û Melahifcî daxwaza pêwîstiya pabendiyê bi rêşûnên xweparastina ji vîrosa korona û nehêlana belavbûna wê bêtarê li deverê kir, û tekezî li ser giringiya pêgiriya bi temîniyên ji aliyê Wezareta Tenduristî ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî derketine kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî