Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Komara Almanî ya Yekgirtî, Fadil Efa Elrifaî, hevdîtinek li gel Lêkolînerê japonî Ichiko Yamada, damezrênerê Saziya “Japon Hevkar e li gel Sûriyê” li Berlînê lidar xist, û spasiya wî kir li ser piştgiriya doza gelê Sûrî, çi di riya lêkolînên wî yên akadîmî re ên li ser eşkerekirin û riswakirina kiryarên rijêma tewankar dermafê sivîlan be, an jî di riya karê mirovahî di piştgiriya doza girtiyan re be.
Û Elrifaî ji birêz Yamada re tekez kir ku tevaya çalakiyên wî yên niha û pêşerojê cihê rêzlêgirtin û piştgiriyê ne ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve, û ew vexwendî serdana Hevbendiya Niştimanî di kîjan dema ku ew dixwazê de kir.
Û amadebûyan pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê gengeşe kirin, û Elrifaî li ser bîranîna pêncemîn ya dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê yaku berî heyvekê derbasbûye û berdewamiya Mosko di piştgiriya rijêma Esed û tevlêbûna wê di pêkanîna komkujiyan de axivî.
Û Elrifaî bal kişand ser ku piştgiriya Mosko bo rijêmê hîn bêhtir astengiyan dixe rêya danûstandinan û pirosesa siyasî ya li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Netewên Yekbûyî yên pêve girêdayî û di pêşî de biryara 2254 ye.
Û ji aliyê xwe ve birêz Yamada sipasiya Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Almaniya kir li ser guhdan û vexwendina wî, û heza xwe anî ziman derbarê ku hevkarî di navbera herdû aliyan de hebe, ji bo xwirtkirina rêya ku dikeve xizmeta gelê Sûrî de daku hêviyên xwe pêk bîne.
Tê zanîn ku Yamada berê dest bi gireva birçîbûnê bi dirêjiya çar rojan li pêşiya balyozxaneya Rûsî li Berlînê kiribû, bi armanca daxwaza serbestberdana yekser bo girtiyên di zîndanên Esed de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî