Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, li baregeha Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê, pêşwaziya şandek ji Yekîtiya Rojnemevanên Helebê û gundewarê wê kir, û bi wan re rewşa deverên rizgarkirî û tewanên vê dawiyê yên hêzên rijêmê û rûsiya pêk anîne ku pinpêkirineke eşkere bû dermafê rêkeftina agirbestê gengeşe kirin.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, amade bû, û Serokê Hevbendiyê pesnê xebatên ku rojnemevan pê radibin û rola wan ya girîng di vê qonaxê de da, û tekezî li ser pêwîstiya kombûna tevaya xebatan kir, daku tewanên rijêmê dermafê sivîlan eşkere û riswa bikin, û piştgiriya têkoşîna gelê Sûrî di rûyê rijêma Esed û piştgirên wê de bikin.
Û Elherîrî li ser tiştê ku rijêm pê radibe di warê astengkirina pirosesa siyasî de û berdewamiya wê li ser rêbaza leşkerî axivî, û şiroveyek li ser pilana karê Hevbendiya Niştimanî di qonaxa dahatî de her weha giringîya çakkirina ketwarê Sûriyan pêşkêş kir.
û ji aliyê xwe ve rojnemevanan di dema hevdîtinê de pirsgirêkên rastî wan tên di dema rabûna bi erkê xwe yê rojnemevanî de li deverên rizgarkirê berçav kirin, û Elherîrî tekezî li ser karê li gel cihên têkildar bo çareserkirina wan pirsgirêkan di demeke nêz a pêkan de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî