Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Doktor Nesir Elherîrî, serdana Encumena Xwecihî ya Efrînê kir, û li rewşa deverê û daxwazên xelkê û pirsgirêkên wan ji nêz de temaşe kir.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî û Cîgirê Serokê Encumena Xwcihî ya bajarê Efrînê Mihemed Şêx Reşîd û Endamên Komîteya Vegerandina Mafan ya Hevbeş û hejmarek ji muxtar û nûnerên xelkê bajarê Efrînê û gundên wê amade bûn.
Û amadebûyan guhdarî daxwazên xelkê û dijwariyên rastî wan tên û pêdviyên wan di dema rewşa jiyanê ya dijwar de kirin.
Û amadebûyan karê Komîteya Vegerandina Mafan ya Hevbeş li bajarê Efrînê û tiştên li vê dawiyê pê rabûne derbarê vegerandina xanî û dikanên bazirganî ji xwediyên wan re berçav kirin.
Û komîteyê diyar kir ku wan 254 daxwaznameyên vegerandina mafan wergirtine, û karîbû bêhtirê wan çareser bike, û xwestekên mayî jî dişopîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê xebatên ku Komîte û Encumana Xwecihî pê radibin da, û tekezî li ser pêwîstiya karê bi hevre ji bo vegerandina tevaya mafan ji xwdanên wan re kir.
Û di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya guhdana bi penaber û koçberan û pêşkêşkirina alîkariyan ji wan re kir, û bal kişand ser ku derdeseriyên wan duqat in piştî rijêma Esed ew neçarî derbideriyê kirin û bû sedema ku malên xwe li şûn xwe bihêlin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî