Balyozê Sûriyê Nîzar Elhirakî bi hevaltiya Serokê Encumena Revenda Sûrî li Qeterê, Mihemed Yasîn Nejar, hevdîtinek li gel Serokê Cîbicîkar ê Komeleya Qeter ya Xêrxaziyê Yosif Bin Ehmed Elkewarî bi amadebûna Alîkarê Rêvebirê Cîbicîkar yê pirojeyên derve Feysel Elfehîde lidar xist.
Û Elhirakî pesnê serkeftiyên mezin yên ku Komeleya Qeterê ya xêrxaziyê li ser asta mirovahî li corbecorê dewletên cîhanê û nemaze li Sûriyê pê radibe da, û dît ku wî tiştî hişit ku nav û dengê Komeleyê li ser asta herîmî bi başî belav bibe.
Û Elhirakî eşkere kir ku Balyozxane Xebatê dike daku bersivdana lezgîn ji bo Sûriyên derbider û koçber li bajar û kampên bakurê Sûriyê dabîn bike, ew jî di dema nêzîkbûna werzê zivistanê de, û tekez kir ku Balyozxaneya Sûrî li Qeterê amadeye ji hevrêzkariya tam re, daku gihandina wan alîkariyan bo beşekî mezin ji hewcedaran re dabîn bike.
Û di mijareke din de amadebûyan behsa rewşa Revenda Sûrî li Dewleta Qeter û hewildanên wê di warê dabînkirina alîkariyên lezgîn bo malbatên Sûrî yên ziyan ji ber bêtara korona dîtine kirin, nemaze ku hejmarek ji wan malbatan karên xwe ji dest çûn û ew bê meaş mane, wê jî bandora aborî li ser hejmareke mezin ji xelkê revendê kir, di dema ku nikarin vegerin Sûriyê di rewşa niha de.
Û ji aliyê xwe ve berêz Yasîn Nejar şiroveyek têr û tesel li ser ketwarê hînkirin û tenduristî û jiyana rojane yaku malbatên Sûrî hewcedariyê ne û alîkariyên pêkan ku ji wan re di dema bêtara korona de yaku bandora xwe li bêhtirê Sûriyan kirîye pêşkêş kir.
Û Serokê cîbicîkar yê Komeleya Qeter ya Xêrxaziyê Yosif Elkewarî xwest hevdîtinek lezgîn dabîn bibe, ji bo behiskirina pêdviyên revenda Sûrî li Qeterê li gel Cîgirê Serokê Cîbicîkar yê pirojeyên hundir, nemaze derheqê pejirandina xwendekaran di qonaxa perwerdehiyê de bi awayekî zû.
Û di dawiya hevdîtinê de, wek sipasî herdû aliyan yadîgariyên bîranînê diyarî hev kirin, û li ser lidarxistina hevdîtinin dîtir di pêşerojê de bi armanca hevrêzî û hevkariyên di navbera Balyozxaneyê û Komeleya Qeter ya Xêrxaziyê de lihev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.