Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Dîlê hatiye rizgarkirin Ehmed Xemîs yê xelkê kampa Elyermok yê ku tevlî rêza Tevgera Fetih bibû, 14 sala di zîndanên Îsarîlê de qedandin, lê dîsa jî kîna asayîşên Esed li ser wî çênebû, ew jî jiber ku berxwedana rijêma dagîrkerê Îsraîlê li Colanê kiriye, û li şûna ku rijêma Esed xelata qehremaniyê bidiyê, ew xistiya nav ne kêmtir ji 1797 grtîyî filestînî yên hatine belgekirin, di nav de 110 jin, û 49 zarok hîn çarenûsa wan tevî rub milyon ji jin û mêrên Sûrî nediyar e.
û Girûpa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê ragihand ku dîlê Filestînê-Sûrî Ehmed Xemîs yê ji girtîgehên Îsraîlê hatiye rizgarkirin di pevguhartina bi termê sebazê Îsraîlî Zexariya Bawmil, rijêma Esed ew xistiye zîndana Sêdnaya.
Û Girûpê Kar eşkere kir ku rijîma Esed piştî ku Ehmed Xemîs gihîştiye Sûriyê bi çend rojan ew girtiye, û ji heyva hezêranê de ew bêserûşn kiriye, û diyar bû ku di dema bûrî de di bin îşkencê de li şaxê 253 yê naskirî bi navê Şaxê Filestîn derbaskiriye, û di dû re veguhastine zîndana Sêdnaya yaku navê xwe bi kirêrtî belav bûye, û ta niha ti zaniyarî debarê çarenûsa wî tune ne, ji bilî nûçeyên li ser xerabiya tenduristiya wî belav bûne.
Ev bûyera tevî nîşanên berî wê tekeziya rola karmendî ya rijêma Esed û hevparên wê dike, û durişmên wan yên sexte derbarê Filestînê û piştgiriya berevaniya di ber wê riswa dike.
Em di Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Berevaniya di ber Bêserûşûn û Girtiyan tekez dikin, ku girtina bikotekî û bêserûşûna kotekî û îşkence û kuştin stratîciyeke sereke ye li bal rijêma Esed di hukimdariya Sûriyê de, û em cext dikin ku êş û azarên gelê Sûrî bi dawî nabin bêyî pêkanîna veguhêza siyasî tam û rasteqîn, û pirojeyên vegerandina penaberan di dema hebûna rijêma ku aştî li rex wî nîne û ewlehî di siyê de tune sernakeve.
Em rijêma Esed ji ber saxlemiya dîlê Filestînî Ehmed Xemîs berpisyar dibînin, û em ji Netewên Yekbûyî daxwaza fişaran li ser riêma Esed bo vedîtina çarenûsa wî dikin, daku aliyên çavdêriyên navdewletî yên pispor û serbixwe derbasî tevaya beşên zîndana Sêdnaya û girtîgeh û navendên nediyar û eşkere bibin, û em tekeziyê li ser daxwaza tevaya aliyên civaka navdewletî û gel hikûmet û saziyan dikin, ku karê cidî li ser serbestberdana Ehmed Xemîs û tevaya girtiyên di holokosta Esed de bikin, ji bo vegerandina mafê qurbaniyan û sizakirina gunehkaran.
Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Berevaniya di ber Bêserûşûn û Girtiyan de
30 çirya pêşî 2020