Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Uqab Yehya, tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî gavin pêşveçûnê yên mezin avêtine, di gewherê armancên xwe de wek nûnerê gelê Sûrî û perçeyek jê, û bal kişand ser ku pêşdeçûn bi awayê berve pêşde û erênî diçe.
Û di diyalogekê de li gel pirograma “Pencerên Siyasî” yaku tora Şam ya xwecihî diweşîne diyar kir ku gewherê karê Hevbendiya Niştimanî avakirina têklî û hevpişkiyê ye li gel tevaya pêkhatên gelê Sûrî, û got ku ew e ya ku Hevbendî niha pê radibe, û ta niha ber bi çarçoveyeke erênî de diçe di dema kêmbûna asta tuhmetbariyê dermafê Hevbendiyê, û hebûna daxwazên rewa, yên ku hin ji wan kar li ser tê kirin, û hin jî ji karîna Hevbendiyê mezintir in.
Û Yehya bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî di “qonaxa geşbûnê” re derbas dibe, û eşker kir ku Komîteya Niştimanî ava bû daku bi girêdana pêwendiyan li gel corbecor beşên civaka Sûrî rabe, û hevpeymaniyin rast di bin durişma yekrêziya niştimanî de ava bike, bi armanca ku bighînin hevpişkiya siyasî û civakî bi tevayan aliyan re.
Û diyar kir ku hevdîtinên Komîteya Diyaloga Niştimanî dê fireh bibin, daku tevaya partî û çalakî û kesayetan vehewîne, daku bighîne hevdîtineke şêwirdarî ya berfireh, û ketwar û asoyan û tiştên ku em karibin di hemû waran de bikin werin gengeşekirin.
Û Yehya got ku pilaneke eşkere yaku dighîne hevpişkiyê li bal Hevbendiya Niştimanî heye, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî hewlên xwe dike di desteya siyasî de da wateya hevpişkiyê şirove bike, daku guncawî tevaya pêkhatên em diyalogê bi wan re lidar dixin be, û em di riya wê re baweriya gelê Sûrî bi Hevbendiyê vegerînin.
Û Yehya di nav axaftina li ser devera rojhilat û girîngiya wê ya sitratîcîk got: “Devera rojhilat dibe ku bibe dergehê Sûriya dahatî, û xelkê devera Dêra Zorê û Reqa û Hesekê divê rêvebiriya wê bikin, û desthilata defakto ya PYD nikare rê li ber me bigre ku em destpêşxeriyên kar li gel nişteciyên deverê ji tevaya pêkhatan bikin”.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî cext kir ku Encumena Niştimanî ya Kurdî bi mere yek helwest e derbarê binpêkirinên PYDê, û bi sedan binpêkirinên ku PYDe dijî nişteciyên deverê pêkanîne hatine tomarkirin, û di serî de guhartina demografî û rêbazên hînkirinê.
Û Yehya bal kişand ser ku armanca Hevbendiya Niştimanî niha ew e ku li gel nişteciyên deverê bighîne nûnertiya rasteqîn yaku nûnertiya vê deverê bike.
Û derbarê piropogendayên têne belavkirin derbarê têkliyên di navbera Hevbendiya Niştimanî û milîsên PYD de, Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku berî çend salan me temînî li aliyê Emrîkî kirin, ku danûstandinê li gel wan milîsan bikin, û bi zelalî me ji wan re got ku ev milîs û binpêkirinên wan û têkliya wan li gel rêxistina PKK ya li cîhanê wek rêxistineke terrorî hatiya naskirin, û têkliyên wan bi rijêma Esed re nehatine birîn, û diyaloga wan bi Encumena Niştimanî ya Kurdî re negihiştiye ti ancamin girîng, û ev sedemên han nahêlin ku em ti diyalogê bi wan re bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî