Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pêngavên Yekîtiya Ewropayê yên girêdayî mafên mirovan dişopîne, yên ku têde xistina navên çend kesayetên rijêma Esed, di nav wan de tawankarê cengê “Beşar Esed”, di nav lîsteyeke sizayan de, tevî tedbîrên sînordarkirinê hene, ji ber tawanên tundûtûjiya cinsî û yên li ser binyada cureya civakî ya Sûriyê pêk anîne, di dema ku Hevbendî xweşhaliya xwe bi her pêngaveke dijî rijêma Esed tîne ziman, van xalên li jêr eşkere dike:
Ne pêkan e ku bi hebûna rijêma Esed ewlehî û aştî ji gelê Sûriyê re peyda bibe, ji ber ku ev 12 sal in rijêm di pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê yên li dijî xelkê bêguneh berdewam e, û dosya tawanên wê yên bi hevalbendên wê re tijî hovîtî û serkutkirin û teror e.
Em piştgiriya berdewamiya sizayan dijî rijêma Esed ya hov dikin, û daxwaza hewlên cidî ji bo dadpirsîna wê li ser tawanên wê dikin, û daxwaza fişara zêdetir bi rêya helwesteke navdewletî ya yekgirtî dikin, ji bo bicihanîna veguhestina siyasî ya ku di biryarên Encûmena Ewlekariyê de hatiye.
Pêngavên Yekîtiya Ewropayê yên me behsa wan kir pir dereng hatin, ji ber ku rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî û Hevbendiya Niştimanî ji sala 2011an ve tawankarî û hovîtiya rijêma Esed di danûstandinên wê bi Sûriyan re eşkere kirine, û pêwîst e daxwazên gelê Sûriyê pêk werin, da tawanên rijêma hov pêk neyên.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
9 adar 2023