Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pêngavên Yekîtiya Ewropayê yên girêdayî mafên mirovan şopandin, yên ku têde navên çend kesayetên rijêma Esed tevlî tawankarê cengê “Beşar Esed” xistin di nav lîsteyeke sizayan a ku tedbîrên sînordarkirinê têde hene, bi sedema tawanên tundûtûjiya cinsî ên li ser binyada cureya civakî ya Sûriyê pêk anîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de derbarê Sizayên nû yên Yekîtiya Ewropayê dijî Esed û rijêma wî ji ber Tundûtûjiya Cinsî got ku di dema ew xweşhaliya xwe bi her pêngaveke dijî rijêma Esed tîne ziman, çend xalên sereke eşkere dike.
Û bal kişand ser ku xala herî pêşî ji wan xalan ew e ku ne pêkan e bi hebûna rijêma Esed ewlehî û aştî ji gelê Sûriyê re peyda bibe, ji ber ku ev 12 sal in rijêm di pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê de li dijî xelkê bêguneh berdewam e, û dosya tawanên wê yên bi hevalbendên wê re tijî hovîtî û serkutkirin û teror e.
Û daxwiyaniyê got ku em piştgiriya berdewamiya sizayan li ser rijêma Esed a hov dikin, û daxwaza hewlên cidî ji bo dadpirsîna wê li ser tawanên wê kir, û xwest ku fişara zêdetir bi rêya helwesteke navdewletî ya yekgirtî lê bibe, ji bo bicihanîna veguhestina siyasî ya ku di biryarên Encûmena Ewlekariyê de hatiye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku pêngavên Yekîtiya Ewropayê yên me behsa wan kir pir dereng hatin, ji ber ku rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî û Hevbendiya Niştimanî ji sala 2011an ve tawankarî û hovîtiya rijêma Esed di danûstandinên wê bi Sûriyan re eşkere kirine, û pêwîst e daxwazên gelê Sûriyê pêk werin, da tawanên rijêma hov pêk neyên.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî