Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salwa Aksoy, Hevrêzkara Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan, dît ku doza binçavkirin û windakirina bi darê zorê yek ji beşên herî trajîk e ji desthilatdariya herdû Esedan, bav û kurê wî, li Sûriyê.
Û Aksoy di salvegera 12emîn a şoreşa Sûriyê de, got ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan, gelek hûrgilî û belge derbarê binpêkirin û girtinên kotekî di girtîgehên rijêma Esed de pêşkêş kirine, û da zanîn ku tevaya wan nîşanan piştrastkirî ne, lê xuya ye heta niha tevgereke navdewletî ji bo dadgehkirina tawanbar tune ye.
Û Aksoy destnîşan kir ku rijêma Esed a tawanbar di wê baweriyê de ye ku girtina kotekî û tirsandina hovane ya welatiyan, da nema wêribin li dijî desthilatê derkevin, garantiya mana li ser desthilatê ye.
Û Aksoy bal kişand ser ku siyaseta binçavkirinê ya rijêma Esed ne di sala 2011an de dest pê kir, ew ji destpêka vê rijêma ku ji aliyê bav ve hatiye avakirin de ye, û ev siyaseta serkutkirnê bêyî hilweşandina vê rijêma tawankar bi dawî nabe.
Û Aksoy tekez kir ku kêşeya binçavkirin û windakirina bi darê zorê li Sûriyê berdewam e, û ne tawaneke ji dema bûrî ye, û heta niha bi sedên hezaran girtî û kesên bi darê zorê hatine windakirin di girtîgehên Esed de hene, û her roj hejmara wan zêde dibe.
Û Aksoy cext kir ku her tiştê bûye û hê jî dibe, diçespîne ku çareserî û ewlehî û aştî li sûriyê peyda nabin, û ne jî bi melyonan penaberên Sûrî vedigerin, eger şûrê girtin û binçavkirinê li ser serê sûriyan be, û tawankar ji cezayan rizgarkirî bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî