Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, komcivîneke diyalogî di bin navê Pêwîstiya Sizdanê û Metirsiyên Normalkirina Têkliyan de li dar xist, wek beşekî ji helmeta “Sizadan Ne Normalkirina Têkliyan” ya ku Hevbendiya Niştimanî di yanzdemîn salvegera şoreşa Sûrî de pê radibe, û endamên Desteya Siyasî û Desteya Giştî û mafnas, çalakvan, lêkolîner û rojnamevan têde beşdar bûn.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya sizadana rijêma Esed li ser pêkanîna wê ji tawanan re dermafê girtiyan, û bikaranîna çekên kîmawî dijî sivîlan, û berdana bermîlên teqîner bi ser sivîlan de kir. Û metirsiyên normalkirina têkliyên dewletan bi rijêma Esed re gengeşe kirin.
Û amadebûyan bal kişandin ser ku pêngavên normalkirina têkliyan, eger di bin sîwana mirovî jî de hatibe, dê sûdeya wê ya siyasî û aborî tune be, û ziyanê bighîne doza mirovahî û mafnasî li Sûriyê, û stemkariya rijêmê û fişarên wê li ser aliyên erebî û navdewletî biçespîne, û welatên wan di nav keresteyên hişbir de noq bike.
Û endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Selîm Idrîs, got ku rijêma Esed kirêttirîn tawan dermafê sûriyan pêk anîne, û ji kêliyên pêşî de guh neda dengê hişmendiyê, û bersiv bi guleyan da , û xwe spart çareya leşkerî ji bo serkutkirina xwepêşandanan û redkirina daxwazên gelê Sûriyê yên rewa.
Û Idrîs pêngavên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed şermezar kirin, û tekez kir ku rijêma Esed dê li wan dewletan bizîvire û kar di bin sîwana rijêma mileyên Tehranê de bike.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Şêwirdariyên Stratîcîk ya Hevbendiya Niştimanî Ehmed Tu’hmê, tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi xurtî dixebite da fişarê li civaka navdewletî bike ji bo sizadana rijêma Esed, û bal kişand ser ku pêwendiyên hevbendiyê yên herdemî li gel saziyên navdewletî û mafnasî hene, da tevaya belgeyên ku rijêmê tuhmetbar dikin ji wan re pêşkêş bikin.
Û Tu’hmê bal kişand ser ku bobelata erdhejê ji bo xwenîzîkkirina ji rijêma tawankar bikar tê, û redkirina Hevbendiya Niştimanî ji bikaranîna vê bobelatê re bo normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re anî ziman, û cext kir ku ti sûd ji normlalkirina têkliyan bi rijêma Esed re nîne, ew rijêma ku Libnan û Sûriya radestî Îrana dijmin kirine, û niha paytextên çar dewletên ereb dagîr dike.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasimî, tekez kir ku rijêma Esed dezgehên dewletê ruxandin, û wek çete û milîsên nandoz kar kir, piştî ku karê vemirandina şoreşa Sûrî spart saziyên leşkerî û ewlekarî.
Û Elasimî hişyarî da dewletên ku dixwazin têkliyan ji nû de bi rijêma Esed re normal bikin, ji encamên danûstandina li gel vê rijêma ku nikare tiştekî ji wan re pêşkêş bike, û cext kir ku rijêm beşek ji pirgrêkên ku li wan dewletan çêdibin e, çi di riya afrandina aloziyên nû weke kirîza penaberiyê re be, an bi riya hinartina terorê û keresteyên hişbir be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî