Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, bal kişand ser ku rijêma Esed ya ku mezinên civakê kuştine û girtine, niha ji bo leşkerkirinê dest bi girtina zarokên biçûk kiriye, da ku wan bi zorê bavêje eniyên şer. Û bal kişand ser ku rijêm li şûna ku milîsên ku ji bo tepeserkirina gelê Sûriyê anîne bixe bin yasayên dewletê, niha ew wek wan milîsan tevdigere.
Û Elasimî îro di daxwiyaniyin taybet de, got ku rijêma Esed bi sedema kêmbûna hejmara leşkerên wê ji encama reva xortan ji leşkeriya neçar, ji ber redkirina wan ji şerê dijî birayên wan re, dest bi girtina kesên nexweş û xwedanên pêdiviyên taybet kiriye, ji bo ku valahiya di yekîneyên xwe yên leşkerî de tijî bike.
Û raporên meydanî diyar kirin ku hêzên rijêma Esed zarokekî 14 salî yê xwedî pêdiviyên taybet li parêzgeha gundewarê Şamê di 9ê adara 2023an de binçav kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku zarokê bi navê Mihemed Raîd Elhelqî yê xwedî pêdiviyên taybet, ji bajarê Casim li gundewarê bakurê Deraayê ye, û ew ji aliyê çekdarên hêzên rijêmê ve li bajarê Qudseya li gundewarê Şamê hatiye girtin, û ew birine zindana zarokan li bajarê Qudseya.
Û Tora Mafên Mirovan diyar kir ku hêzên rijêmê 22 hezar û 981 zarok kuştine, 12 hezar û 923 ji wan kur in, û 10 hezar û 58 zarokên keç in, û bal kişand ser wê yekê ku piraniya zarokan bi sedema bombebarana asmanî ya bêserûber a ku ev yanzdeh sal in rijêm dijî taxên niştecihan, bazar, dibistan û gulistan, kamp û navendên tenduristiyê pêk tîne, hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî