Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe tîne ziman derbarê helwesta Dewletên Ewropî ya ku bi awayekî vebir red dike ku kesên tawanên cengê li sûriyê pêk anîne ji sizayan rigzr bibin, her weha cextiya Ewropa ku berpisyariya sereke ya tawanên cengê , rijêm û hevalbendên wê hildigrin, û ew bê sizadan derbas nabe.
Helwesta dewletên Ewropî nameyeke girîng e, û divê herkes di wateyên wê de bighêje, nemaze ew aliyên ku her demekê gengaziya biserxistina rijêmê û berdewamiya wê û nûamadekirina wê pêşinyar dikin.
Em daxwazê ji Dewletên Ewropî û tevaya dewletên pabendiyê bi nehêlana rizgarbûna tawanbarên cengê ji sizayan dikin, ku li amûrin piratîk bo pêkanîna vê armancê bigerin, û divê em careke din amûrên niha bikartên binirxînin, ji ber ku mîkanîzmên biryarê di Encûmena Ewlekariyê de hîn nikarin armancê pêk bînin, lê vajî wê hîn derfeta rizgarbûna ji cezayan dide rijêmê, û vê ketwarê diçespînê.
Û cextê li ser giringiya Helwesta Ewropî derbarê derdeseriya girtî û windayan û pêwîstiya serbestberdana wan ji zindanan û îşkencekirinê û depoyên şaxên ewlekariyê yên metirsîdar dikin, ji ber ku azadkirina girtiyan ne bendekî siyasî ye, û çênabe têkeve bazara danûstandin keysjêanînê.
Xebatê veguhestina doseya tewanên cengê li sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî mijareke pir girîng e, û divê ew xebat li gel bizaveke navdewletî bibe, daku nehêlin ku hîn bêhtir binpêkirin û tawan pêk werin, ta bigihêje sepandina veguhestina siyasî û sizakirina tawanbaran di nav çarçoveyeke demî ya nîşankirî de, daku rêyê li pêşiya derfetên nû ji yên pêkanîna tawanan û rizgarbûna ji sizayan li sûriyê bigire.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
01 nîsan 2021