Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Armanckirina gundewarê Idlibê îro ji hêla hêzên Esed ve û kuştina neh sivîlan ji karkerên berhevkirina berhemên çandiniyê û zarokên wan, tawaneke hovane ye, hewcedarî helwesteke navdewletî ya vebir e, ji bo xurtkirina rêyên dadpirsîn û sizadana vê rijêmê, li ser tawanên berdewam ên ku dermafê gelê Sûriyê pêk tîne.
Hêzên Esed gundê Qûqfîn li gundewarê Idlibê topbaran kir û malbatekê ku karê berhevkirina zeytûnan dikir armanc kirin, di encamê de 9 welatiyên sivîl şehîd ketin, zarok û jin di nav wan de hene.
Û Hevbendiya Niştimanî ji dewletên garantoriya pêvajoya Astanayê dikin ku pabend bin bi têgihîştin û protokolên ku di navbera wan de hatine îmzekirin derbarê agirbestê. Û rê li ber her kiryarên dijminane yên ku sivîlan û navendên giştî armanc dikin bigrin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku rijêma Esed heman rêbaza tawankar ya ku ji sala 2011an ve bi zelalî diyar kiriye dişopîne, guh nade yasa û pîvanên navdewletî yên ku jiyana sivîlan garantî dikin, an armanckirina rasterast dermafê sivîlan qedexe dikin, çimkê rijêm ji sistbûna navdewletî her wiha ji nestandina çi rêşûnên rêgir û nebûna vîna navdewletî ji bo kartêkerkirina mîkanîzmayên yasayî di warê dadpirsîn û sizayê de, yên ku dihêlin rijêm di tawanên hovane de dermafê bêgunehên Sûrî berdewam bike, sûdê dibîne.
Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlekariyê dixwaze ku tawana cengê ya ku îro pêk hatiye şermezar bike û daxwaza tevgereke kartêker bi rêyên curbecur û mîkanîzmayên yasayî û siyasî ji bo rawestandina tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê dike, li gel karê cidî ji bo dadpirsîna wan û zêdetir sizayên navdewletî li ser vê rijêmê bisepîne, mîkanîzmeke rasteqîn bo dadpirsînê bibîne, her wiha tekez dike ku ne pêkan e ku ewlehî, aramî û aşitiya berdewam pêk were, ji bilî dîtina mîkanîzmeke neçarkrinê bo cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254 (2015), û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rewa û mafên wan di jiyaneke ewle û rûmetdar de, di dewleteke ku adadî û dadmendî û demoqrasî tê de parastî bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
25 çirîya paşîn 2023