Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro 25ê çirîya paşîn, di “Roja Navdewletî ya Hehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinê” de, ya ku ji aliyê Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ve di biryara (A/RES/54/134) ya sala 2000î de hatiye pejrandin, hîn jî kiryarên rêbazkirî yên rijêma Esed ên ku di heyama salên bûrî de di cenga li dijî gelê Sûriyê de xwe spartiyê, ku bûne sedema dutaqkirina tundûtûjiyê li dijî jina Sûrî berdewam dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di vê boneyê de tekez dike ku ji sala 2011an ve, jina Sûrî rastî tundûtûjiyên bêmînak hatye, nemaze ji encama rêbaz û kiryarên rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê, bi girtin, îşkencekirina hovane, tundiya seksî û kuştina bi dehhezaran jin li derveyî yasayê, her wiha jidestdana hezkiriyên wan tevî zarokan di nav hemî kiryaran de, jinên Sûrî pir zehmetî kişandine, ji ber derdeseriya derbiderî û koçberkirina kotekî û di pey re tirajîdiyên bimelyonan Sûrî tevî malbatên wan, ya ku bi gelek raporên mafên mirovan ên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî û komîteyên lêkolînê yên navdewletî ve hatine çespandin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî balê dikşîne ser ku ev kiryarên rijêmê hîn berdewam in, yên ku dighêjin asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê, nemaze li dijî jinan, ji ber ku tundûtûjî dermafê wan bikar tê, wek sizakirina wan ji ber helwest û çalakiyên wan ên siyasî û sivîl, her wiha bikaranîna wê wek amûreke fişarê li ser mêrên ji malbatên wan, ku dibe sedema tundûtûjiya aloz li ser jinan, lewra ji civaka navdewletî tê xwestin ku rêşûnên yasayî û siyasî yên gunav bo rûbirûbûna van binpêkirinên ku û gelê Sûriyê bi giştî û jinên Sûrî bi taybetî têde dijîn bikar bînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dixwaze ku hemî alavên berdest bikar bînin, û bi awayekî cidî û bilez ji bo aktîvkirina mîkanîzmayên pejirandî bo bidawîkirina hemû şêweyên tundûtûjiya dermafê jinan li Sûriyê û tevaya gelê Sûriyê kar bikin, ji karê li ser serbestberdana girtiyan ji girtîgehên rijêmê de dest pê bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku vegerandina rola bibandor ya jinên Sûrî li tevaya deveran bi ti awayî ji bilî pêkanîna xwestekên gelê Sûriyê di rêya veguhestina siyasî re û cîbicîkirina tam û vebir a biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 2013) pêk nayê û bihêzkirina jin û mêrên Sûrî, da ku Sûriya li ser bingeha azadî, demokrasî, piralîbûn û hemwelatîbûna wekhev ava dibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
25 çirîya paşîn 2023