Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sersaxiya malbat û dostên ciwanê sûrî yê bûye qurbaniyê tawankariyê Ehmed Mederatî, û tevaya gelê Sûriyê dike. Xwedê rehmetî bi dilovaniya xwe şad bike, û di beheştê de bicih bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Tawana kuştinê ya metirsîdar ya ku li îyaleta Edenê bi pilandanîn ji aliyê grûpek ji tawankaran ve pêk hatiye şermezar dike. Bêguman gotara nefret û nijadperestiyê li dijê penaberan ya ku hin alî û kes li ser dixebitin, penaberan dixe bin fişarên derûnî yên mezin de, û wan û malbatên wan tûşî gefan dike, û gelek caran jiyana wan dixe metirsiyê de, û ew gotar bûye sedema hejmarek ji tawanên kuştinê, mîna vê bûyera cihê şermezariyê ya li vê dawiyê, ya ku bûye sedem ku ciwanê bi navê Ehmed Mederatî jiyana xwe ji dest bide.
Berdewamiya vê gotara nijadperestî li ser alavên media civakî û hinek ji amûrên ragihandinê, bê ku rê li pêş were girtin, dê bibe sedema zêdekirina tawanên nefret û nijadperestiyê ya ku ew alî û endamên ku li ser nefretê bi awayekî berdewam dijî penaberan dixebitin berpisyariya wê hildigrin.
Em piştî vê bûyera biêş, tekez dikin ku gotara nefretê û cudakirina nijadperestî bi çi awayî derbirîna nirx û sincên bêhtirê gelê Tirkiyê yê cîran nake, ji ber ku wan jibona Sûriyên ku ji ber kuştin û wêrankirinê reviyane û xwe li Tirkiyê girtine, gelek tişt pêşkêş kirin, û nimûneya ku vê yekê piştrast dike ew e xwepêşandanên ku hejmarek ji tirkan bo piştgiriya penaberan û li dijî nijadperestiyê li bajarê Stanbolê di roja 16 êlona niha de derketine. û Hevbendî rola wan bizavan, çi li ser asta gel an hikûmetê be, di nehêlana gotara nefretê de ya û ku dijîtiya penaberan dike û bi taybet penaberên Sûrî bilind dinirxîne. Komara Tirkiyê dewleta yasa û dadweriyê ye, û em tev bawer in ku dadmendî dê rola xwe di sizakirina tawanbaran û pêkanîna dadweriyê de bileyze, û em ê bo gelê xwe bi erkê xwe rabin, û em ê bi pêngavên yasayî yên pêwîst bo şopandina vê dozê ta derketina fermanên dawîn ên dadmend dermafê tawankaran rabin.
Hebûna awarte ya Sûriyan li welatên curbicur ên cîhanê, zêdebûneke erînî û resen û balkêş ji civakên ku têde dijîn re ye, ji ber tiştên ku sûrî pê têne naskirin, wek pabendiya bi yasayên dewletan, her wiha cidîtî û berhemdariya wan a bilind di karên ku pê radibin de, û pisporiya ku wan pêşxistiye di beşên bijîşkî, endazyarî, kîmya û yên din de, her wiha veberhênana ku karsazên Sûrî li welatên ku mêvandariya wan dikin pê radibin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku take-rêya misogerkirina vegera penaberan bi awayekî rûmetdar û ewle û ji ber xwe ve bo welatê xwe yê wek maka wan e, dê di riya gihiştina çareyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê re be, ya ku dighêje cîbicîkirina tam a biryara Encumena Ewlekariyê hejmar 2254 (2015)
Dilovanî û dadmendî ji qurbaniyên bêguneh re, sersaxî ji malbat, xizm, hevalên wan û tevaya gelê Sûriyê re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
19 îlon 2023