Şandek ji Desteya Danûstandinê ya Sûrî bi Serokatiya Bedir Camûs, serdana New Yorkê di dema lidarketina karên Civatên Komeleya Giştî di xola wê ya 78an de dike, di çarçoveya bizavên Desteyê de bo komkirina helwestên siyasî yên ku piştgiriya doza Sûrî dikin.
Û pirograma karê Serokê Desteyê ew e ku hevdîtinekê li gel Emîdarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres pêk bîne, û li gel Şandeyê Netewên Yekbûyî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen bicive, da ku pêre li ser gengaziya pêşdebirineke cidî di dosya siyasî de biaxive, û ji Encumena Ewlekariyê bixwaze ku gengeşeyeke cidî ji bo biryara 2254 veke, da bizanibin ka çi alî nahêle ku ew biryar cîbicî bibe.
Û Serokê Desteyê dê di dema serdana New Yorkê de li Netewên Yekbûyî, hevdîtinan li gel berpirsên pilebilind ên Amerîkayê, Yekîtiya Ewropa, Birêtaniya, Tirkiyê, Almaniya, Firansa, Siwêsira, Erebistana Siûdî, Qeter, Holenda, Silovaniya û dewletin din li dar bixe.
Û gotûbêjên Şandeyê dê di pêşî de li ser biryara navdewletî 2254 û çareya siyasî li Sûriyê bin, her wiha dê daxwazên gelê Sûriyê yên guhertina demoqrasî li Sûriyê û cîbicîkirina çareya siyasî li gorî biryarên navnetewî yên girêdayî karûbarê Sûriyê veguhêze.
Û Desteya Danûstandinê dê di heyama serdanê de hevdîtinan li gel saziyên mirovî û yasayî yên girêdayî Netewên Yekbûyî li dar bixe, da ku derdeseriyên sûriyan û pêdviyên wan yên mirovî, her wiha dosya girtî û windayan ya ku Deste guhdaneke mezin didyê, şirove bike.
Û Desteyê di pirograma xwe de daniye ku dê di heyama karên Komeleya Giştî li New Yorkê de, hevdîtinan li gel saziyên civaka sivîl ya Sûrî li dar bixe, û pêwîstiya berdewamiya pêwendiyan di navbera van saziyan de di warê yekrêziya bizavan de bo xizmeta doza Sûrî di civakên navdewletî de bi wan re gotûbêj bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî