Wezîrê Tenduristiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Meram Elşêx, ketwarê karê tenduristî li bajarê Babê şopand, û di gera şopandinê de serdana encumena xwecihî li bajarê Babê û ofîsa bizîşkî di encumen de û nexweşxaneya bajarê Babê kir, û Wezîr di heyama serdanê de bi Serokê Encumena Xwecihî ya bajarê Babê Heysem Elşihabî re û serokê ofîsa bizîşkî di encumen de re civiya.
Û Elşêx di serdanê de li ketwarê karê tenduristî li bajêr ji nêz de temaşe kir, û li gel amadebûyan dijwarî û astengiyên ku rastî wan tên gengeşe kirin, û Elşêx li gel amadebûyan li ser pêwîstiya yekrêziya siyaset û rêşûnên têkildarî karê bizîşkî û ruxset û destûrdana kirina vî pîşeyî, û karê li ser tijîkirina valahiyên tenduristî li deverê axivî.
Û Elşêx çavdêriya dermên û giringiya wê û pêwîstiya pabendbûna bi biryarên ji aliyê Wezaretê di vî warî de dertên da ku di berjewendiya kesan û civakê de be gotûbêj kir, û li ser vîna Wezaretê ku diplomên pîşeyî yên tenduristî yên pispor yên qonaxa piştî birînpêçiyê birêve bibe di hundir siyaseta Wezaretê de bo dagirtina pêdviya di van pisporan de axivî.
Û Wezîr bi gereke şopandinê li ser avahiya ofîsa bizîşkî di bajêr de rabû, û li gel hevrêzkarê tenduristî yê Tirkiyê li Babê civiya, û serdana nexweşxaneya Babê ya mezin kir, û li gel rêvebirê nexweşxaneyê civiya, û pêşveçûna kar di warê pêşkêşkirina xizmetên tenduristî ji welatiyan re nirxand, û serdana beşa dermankirina penceşêrê, kateterîzasyona dil û beşên mayî yên nexweşxaneyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî