Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Milîsên terorîst yên Îranî yên ku rêjîma Esed ew anîne Sûriyê, di binpêkirinên zêdetir dermafê Sûriyê û xelkê wê de berdewam in, û vê dawiyê mizgefta Ebû Bekir Elsidîq li taxa Elcemîliyê li bajarê Helebê bi mebestên mezhebî yên ku kîna kûr ya van milîsan dijî Sûriyê û xelkê wê nîşan dide şewitandin.
Şewitandina Mizgefta Ebûbekir Elsidîq yaku wek yek ji kevintirîn mizgeftên bajêr e tawaneke dijî nasnameya gelê Sûriyê û pîroziyên misilmanan e, jiber vê yekê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji hemû rêxistinên zanyarên Misilman li ser vê binpêkirina metirsîdar dermafê malek ji malên Xwedê helwestekê dixwaze.
Hevbendiya Niştimanî balê dikşîne ser ku kiryarên Îranê li Sûriyê ne tenê di şewitandin û wêrankirinê de bûn, lêbelê ew yek derbas kir û gihişte karê li ser guhartina eqîdeyên olî yên xelkê di riya pêşkêşkirine hêsankarî û alîkariyan re bo kesên ku bi wan re didin distînin, û pirojeya rejîma Îranê bi tevahî li ser belavkirina bîrdoziya mezhebî û nefretê ye, ne tenê li Sûriyê lêbelê li hemû welatên deverê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku rêjîma Esed berpirsiyariya anîna metirsiya Îranê bo Sûriyê daku gelê Sûriyê bikuje û koçber bike hildigre, ji bo ku serokê rijêmê li ser kursiyê biçespîne, wê jî hişt ku deverên di bin kontirola rijêmê de navendên milîsên Îranî yên mezhebî bin, û berfirehkirina wan ber bi dewletên deverê daku teror û mezhebperestiyê û keresteyên hişbir belav bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji hemû birayên Ereb daxwaza bilindkirina asta hişyariyê ji metirsiya pirojeya îranê dike, û helwesteke vebir û zelal derbarê milîsên Îranî û rêjîma Esed li Sûriyê diyar bikin, daku gelê Sûriyê û gelên deverê bên paristin û di pêşdebirina pirosesa siyasî de ya girêdayî Sûriyê bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 alîkar be, yaku gelê Sûriyê jê bi hêvî ye ku destpêka dawiya tirajîdiya dirêj be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
23 tîrmeh 2022