Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tawana nû yaku milîsên PYDe yên terrorist pêk anîye, bi bombebarankirina gundê Kuwêt Elrahme yê nêzîkî Efrînê li gundewarê Helebê yaku penaberên Sûrî lê bi cih bûne û bûye sedema kuştina sivîlekî û birîndarbûna hin kesên dîtir şermezar dike.
Milîsên PYDe yên terrorist, bi awayekî berdewam bi kiryarên dijminkarî û tawankarî radibin, û ev yek jî tekez dike ku ew rûyekî din yê rêjîma Esed e, û herdu jî li ser kuştina sivîlan û wêrankirina deverên rizgarkirî û kuştina gelê Sûriyê û mezinkirina trajediya mirovî kar dikin, û bombebarankirina cihê niştecihbûnê yê taybet bi koçberan, eşkere dike ku armanca van milîsan ji bombebarankirinê kuştin û birîndarkirina hejmara herî mezin ji Sûriyan e, ji ber ku devera hatiye armanckirin bi sivîlan mişt e.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî dike ku amedebaşiya xwe bilind dike, û rûbirûyî van milîsan bibe û bersivê bide wan, da sînorekî li pêşiya wan deyne, daku hîn bêhtir sivîlan armanc nekin.
Hevbendiya Niştimanî bêdengiya navdewletî li hember komkujî û kiryarên terorîstî yên van milîsên tirorist dermafê sivîlan şermezar dike, û daxwaza şer li dijî wan û rakirina sîwanê ji ser wan dike, ji bo nehêlana metirsiya ku bi awayekî berdewam gefê li jiyana sivîlan dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
24 tîrmeh 2022