Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiua Niştimanî ya Sûrî, tawanên ku çeteyên girêdayî milîsên PYD yên terrorist pêk tînin şermezar dike, û cextiyê li ser pêwîstiya rawestana li kêleka sivîlan li deverên di bin kontirola van milîsan de û piştgiriya sivîlan bo rûbirûbûna tawanên wan çeteyan dike.
Zêdegavî û revandin û leşkeriya neçar nemaze ya zarokan hîn li wê deverê berdewam e, û van milîsan vê dawiyê sê keçikên biçûk ji bajarê Amûdê yê gundewarê Hesekê bi mebesta leşkerkirina wan revandin.
Milîsên terorist nikarin di avakirina welêt de beşdar bin, ji ber ku tawanên wan dubare dibin, çi yên girêdayî serkutkirin û teroristiya dijî sivîlan be, an girêdayî tawanên koçberkirin û girtin û binçavkirina kotekî û leşkeriya neçar be.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser redkirin û nerazîbûna xwe ji helwestên dewletên bêdeng mane derbarê rêxistinên teroristî yên ku hîn piştgiriyê werdigrin dike, û careke dî daxwaza jihevxistin û qewitandina tevaya girûp û milîsên terorist yên ji derve ketine sûriyê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
25 çirya paşîn 2021