Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civata xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û amadebûyan panorameya bûyerên siyasî yên heftane li ser asta herêmî û davdewletî û bandorên wan bûyaran li ser doseya Sûriyê berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiyê şiroveyek li ser hêvdîtinên diplomatîk ên ku li gel hejmarek ji Şandên Ewropî pêk anîne pêşkêş kir, û bal kişand ser giringiya berdewamiya xurtkirina têkliyan li gel dewletên dostên gelê Sûrî û vekirina kenalên pêwendiyê yên nû daku piştgiriya daxwazên gelê Sûrî bikin.
Û amadebûyan li nirxandina helwestan derbarê rewşên meydanî û siyasî guhdarî kirin, her weha kurteşiroveyek li ser karê Komîteya Guhertina Pergala Bingehîn û Komîteya Şopandina biryara Saziya Enterpolê Navdewletî derbarê dubarekirina danûstandinê li gel rijêma Esed.
Û Desteya Siyasî gengeşe derbarê guhartina nûnerên pêkhatan û nûnerên Hevbendiyê di Desteya Danûstandinê de kirin.
Û Desteya Siyasî encamên rûniştina ku Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê lidar xistiye û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra têde amade bûye û li ser rêya siyasî û biryarên navnetewî axivîne berçav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî