Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tawana metirsêdar ya ku milîşên PYDe yên terorîst li deverên di bin kontrola xwe de li parêzgeha Dêra Zorê pêk anîne, şermezar dike, ku wan milîsan du keç revandin û bi tundî îşkence kirin, û di encamê de herdû keçan canê xwe ji desr dan.
Binpêkirin û tawanên ku milîsên terorîst yên PYDe bi awayekî berdewam dermafê gelê me yê Sûrî pêk tînin, diçespîne ku ew çeteyin hov in û rêbaza kuştin, girtin û serkutkirinê dermafê gelê Sûrî pêk tînin, weku çawa rijêma Esed li deverên di bin kontrola xwe de bi Sûriyan dike.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji berdewamiya piştevaniya navdewletî bo milîsên PYDe yên tirorist dide, û berdewamiya çavgirtinê ji tawanên rijêma Esed, giheştina aştiyê li Sûriyê têk dide, û rê li ber pêkanîna veguhestina siyasî li gor biryara 2254 digire, û berovajî hêviyên Sûriyan e ji bo gihiştina Sûriyeke nû ku têde nirxên azadî, rûmet û dadmendiyê serwer bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
25 berfanbar 2022