Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Teqîna teroristî yaku devera pîşesaziyê li bajarê Efrînê îro şemiyê armanc kir, tevaya aliyan datîne pêşiya berpisyariyên xwe, perçeyên zarokan û birîndarbûna bi dehan û wêrankirina mezin çênabe ku bêdawî bimîne.
Hevbendiya Niştimanî hevkariya navdewletî rasteqîn dixwaze bo rûbirûbûna terora ku gelê Sûrî bi teqîn û erebeyên mayînkirî û balefiran armanc dike.
Hevbendî dê bi tevaya rêşûnên bedrest bo lidûvçûn û lêpirsîna tevaya kesên tevlî vê tewanê bûn rabe, tewana diyar dike ku rijêm û hevalbendên wê ji milîsên Îranî û alavên wê yên teroristî wek milîsên PYD li paş disekinin.
Em sersaxiyên germ li gel hêviyên çareseriya lezgîn bo birîndaran dixwazin, û em dizanin ku bidawîkirina tewanên rijêmê û teroristan tiştekî gengaz e ger aliyên navdewletî û herêmî berpisyariyê wek tê xwestin li gor biryarên navdewletî hilgêrin.
Valahiyên ku terorîst bikar tînin daku derbas bibin û bigihîjin bajar û gundên me divê werin dagirtin, saziyên pispor di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û Artêşa Niştimanî ya Sûrî li ser lêkolînên girêdayî teqînan û lidvçûna rêxistinên teroristî kar dikin, û ew hewcedarî piştgiriya navdewletî ne bo misogerkirina ewlehî û aştiyê bo sivîlan.
Zimanê terorê ew e berdêla ku rijêm dixwaze li ser gelê sûrî bisepîne, piştî jikarêxistina çareya siyasî, ew jî dihêle ku civaka navdewletî vegera meydana berpisyariyê, cihê dubarekirina şaştiyên navdewletî yên berê di riya şermezarî û gefên vala re nîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
30 kanûna paşîn 2021