Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Raporên destpêkî diyar dikin ku di encama bombebarana terorîstî ya ku li bajarokê Sico yê nêzîkê deriyê sînorê Bab Elsalame yê gundewarê bakurê Helebê, hejmarek ji sivîlan şehîd bûn û hin din birîndar bûn.
Tîmên berevaniya sivîl û kadroyên pizîşkî birîndar rakirin nexweşxanan.
Divê yekser pirosesên lêpirsînê ji bo tevaya tiştên girêdayî bi teqînê ve werin zanîn.
Tevî ku em dizanin jêderê terorê li Sûriya kî ye, û rêjîm berpisyarê piraniya operasyonên teqînan ne, ger bi awayekî yekser an ne yekser be, lê pêwîst e lêpirsîn çêbibin, daku zanibin kîjan alî li paş her teqînekê ye, û hûrgiliyên wê û çawaçêbûna wê û hemî kes û aliyên tevlê bûne û teqîn cîbicî kirine werin naskirin.
Di demên dawî de, operasyonên weha hinekî kêm bibûn, lê tê xwiyakirin ku aliyên li paş van operasyonan vegeriyane karê xwe yê tewankariyê, û ev yek berpisyariya me li ser tevaya astan zêde dike, nemaze yê girêdayî bi misogerkirina ewlehiyê û nehêlana derbasbûa çi endamê bi ser rêjîmê ve an jî pêve hatibe girêdan.
Yekîneyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî amadebaşya xwe gihandiye asta herî bilind, û her weha polîsê azad jî weha ye, daku nehêlin carek din operasyonên weha çêbibin, ta bigihên tevaya kesên tevlî van karên terorêstî bûne.
Sersaxiya me ji malbatên şehîdan re, û lav û duayên me ji bo saxbûna bilez ji birîndaran re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
19 tîrmeh 2020