Şandekê ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ji Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif û Endamê Desteya Siyasî û Balyozê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm, serdana malbata ciwanê bi navê Hemze Ecan kir, ew gêncê ku berî 2 rojan li Borsa ya Tirkiyê canê xwe ji dest daye , ji ber ku hin firoşkarên bazarê êrîşî wî kiribûn.
Û şandê sersaxî bi germî ji bav û malbat û hezkiriyên wî re pêşkêş kirin, û hevxemiya xwe jiber vê ziyana mezin anîn ziman, û tekez kir ku dê lêpirsînan derbarê doza wî li gel aliyîn Tirkî bişopînin, ta kujer cezayên xwe yên adilane bistînin.
Di heman demê de Serokê Hevbendiya Niştimanî, Nesir Elherîrî, pêwendiyeke telîfonî bi bavê Hemze Ecan re kibû, tê de gotibû ku hemze wek nimûneyekî gewre yê Sûriyan e di mêrxasî û qehremaniyê de, û bal kişand ku ev tewan nûnertiya gelê tirkî nake, yê ku bêhtirîn hejmara penaberên Sûrî pîşwazî kir, û di penaberiya wan a dijwar de bi wan re alîkar bû.
Ji aliyê xwe ve Emîd Abd Albaset Abdullatif tekez kir ku hevbendiya niştimanî dê dozê li gel aliyê Tirkî yên fermî bişopêne, û cext kir ku baweriya me bi saziyên dadweriya Tirkiyê heye ku dê gunehkaran siza bike.
Û eşkere kir ku tiştê bi Hemze re çêbûye kiryarekî tekane ye û ne ji çanda Tirkî ye, yê ku hezkirina xwe ji penaberên Sûrî re diyar kirine, û got ku karvedana kolana Tirkî redkirina bûyerê û xemgîniya wan pê bû.
Ji aliyê xwe ve Nezîr Elhekîm li ser ku hikûmeta tirkî pir guhdar e ji bo ev bûyer dubare nebin axifî, û got ku ew pir miqatene ku rastiyan diyar bikin û gunehkaran siza bikin, û ji malbata Hemze re tekezîya rawestana Hevbendiya Niştimanî li kêleka wan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî