Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî teqîna teroristî yaku bazareke gelêrî li bajarê Serê Kaniyê armanc kirîye û têde hejmarek ji sivîlan bûne kuştî û birîndar di nav de zarok û jin hebûn şermezar kir, em sersaxiya ji bo xwediyên pakrewanan li gel hêviyên saxlemiya lezgîn bo birîndaran re pêşkêş dikin.
Teqînên teroristî yên sivîlan armanc dikin divê werin rawestandin, çênabe ku cîhan ji bo şerê cureyek ji terorê wek rêxistina Daişê hevpeynana ava bike, û cureyên dîtir ji terorê yên ku xakê û tevna civakî dirizîne û bi awayekî herdem dibe sedema ketina qurbaniyên bêguneh piştguh bike, belê cihê mixabûnê ye ku em ta niha berdewamiya piştgiriya navdewletî bo hin ji van milîsên wek rêxistina PKK û şaxên wê yên cûrbecûr li Sûriyê temaşe dikin.
Ti terror baş û nebaş nîne, ji ber terror ew terror e bê cudahî, û em hewcedarî helwestike navdewletî cidî ne, belê divê ew aliyên navdewletî yên piştgiriya van milîsan dikin lêvegerekê ji xwe re çêbikin, ji bo ku nehêlin ku ev teqînên dixwazin dolabê jiyanê rawestênin û bêserûberiyê weke beşekî domdar di jiyana me de biçînin dubare nebin.
Çi asankirin di vê derbarê de, tê wê wateyê ku vekirina derî li pêşiya hîn bêhtir ji van tewanan, û hiştina tewanbaran ku bêhtir pilan û teqînan pêk bînin, berpisyariya tewanbaran derbarê tiştên peyda dibin kesî ji berpisyariyên xwe ji bo dabînkirina ewlehî û aştiya bo sivîlan efû nake.
Emê kar li ser lidûvçûna berpisyarên di ber van teqînan de li rexî rakirina asta amedahiyê bikin, û hîn bêhtir rêşûnên di vê warî de di riya saziyên pispor di Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artîşa Niştimanî ya Sûrî de bistînin, û kar li ser bidûrxistina rêxistinên terrorist bikin, nemaze Milîsên PYD yê terrorîst û endamên girêdayî rijêmê yên ku deverê armanc dikin û dixwazin wêrankirinê û bêserûberiyê belav bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
02 kanûna paşîn 2021