Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, pêşwaziya lêkolînvana Holendî ya peymangeha Holendî ya Têkliyên Navdewletî Rina Netsgies kir, û pêre behsa pêşhatên meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û Emîndarê Giştî li ser rewşa Rojhilatê Ferat û tewanên ku Milîsên PYD pê radibin dermafê nişteciyên deverê axivî, û tekezî li ser pêwîstiya rizgarkirina nişteciyan ji bin destê wan Milîsên girêdayî rêxistnên terrorîst yên ne Sûrî kir.
Û Ebdulletîf şiroveyek li ser tevgera derbideriyê û kampên li bakurê Sûriyê belav bûne nemaze kampên bêserûber pêşkêş kir, û vekolîneke infografîk derbarê hejmara nişteciyan û tevgera derbiderî û vegerê di wan kampan de yaku Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê di heyva çirya pêşîn ji sala bûrî 2020an de amade kiriye radestî lêkolînevana Holendî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî