Daxuysniyeke Rojnamevanî
Hejmara şehîdan gihîşt 15an û tevî bi dehan birîndar ji encama teqîna ku vê sibehê (16ê heyva çirîya paşî) li dijî bajarê Babê li rojhilatê Helebê, û heye encama dawîn hîn jî bilind bibe, dema ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl kar dikin jibo rizgarkirina birîndaran.
Ev tawanên protestokirî tên bi armanca ku jiyanê li qadên rizgarkirî û ewle hilweşînin, û rê li pêşiya projeyên pêşkeftinê bigirin, bi têkbirina ewlehiyê ya bêsînor û domdar.
Pêdivîye ku hemû alîyên civaka navdewletî hest bi berpirsiyarê bikin li hember berdewamiya van operasyonan. ji ber tawanbar, terorîst û aliyên berpirsiyar di ber kuştin û armanckirina sivîlan û teqandina otomobîlan de, ticarî ji ber xwe ve ranawestin.
Em xwe ji şerekî nû re digel van rêxistinên terorîst re amade dikin, bi serokatiya artêşa niştimanî ya Sûrî û polîs û hêzên ewlehiya giştî, bi hev re dixebitin da van operasyonan çareser bikin.
Tîmên endezyarî yên polîs û hêzên ewlehiyê karîne hejmarek ji madeyên teqemenî yên ku dikarin bibin sedema zirarên mezin têkbişkînin.
Şerê me yê berfireh digel van rêxistan û aliyên li pişt wan dê bidawî nebe, heya ku ewlehî û aramî pêk bên. Em dixebitin da civaka navdewletî, û saziyên navneteweyî rakin ser piyan, û wan haydar bikin ji metirsiya hêlana pişgirên van terorîstan bêsizadan.
Ev kiryarên terorîstî nikarin me rawestînin ji karê me yê paqijkirina deverê ji terorîstan û dorpêçkirina hucreyên berpirsiyar yên van operasyonan û peyketin û şopandina hemû kesên ku li pişt wan in. Paş re emê rêça xwe ya sepandina yasayê û peydakirina ewlehiyê û avakirina dewleta hevwelatîbûn û azadî û serbilindiyê berdewam bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê- Sûriya
Ofîsa ragihandinê
16. çirîya paşî .2019